Diyarname
Maçên Dora 16'an hatin lîstin, 8 tîm derbasî Çarîk Fînalê bûn û ji bo çarîk fînalê pişke hat kişandin.
Di encama pişkeyê ku îro li navenda TFF'ê li dar ket de ev tîm bûn reqîbên hev:
- Trabzonspor - Erzurumspor
- Kirklarelispor - Fenerbahçe
- Alanyaspor - Galatasaray
- Antalyaspor - Sivasspor
Du maç dê bêne lîstin. Maçên yekemîn rojên 4-5-6'ê reşemiyê, maçen duyemîn 11-12-23'yê mehê bêne lîstin û 4 tîm dê derbasî Nîv Fînalê bibin.
Maçên Nîv Fînalê
Maçên Nîv Fînalê dê rojên 3-4-5'ê adarê û rovanşên wan dê rojên 21-22-23'yê avrêlê bêne lîstin û maça fînalê jî roja 21'ê gulana 2020'an dê bê lîstin.
Serketiyên van maçan dê herin Nîv Fînalê û bi hev re bilîzin:
- Serketiyê maça Trabzon-Erzerom û serketiyê maça Kiriklareli- Fenerbahçe.
- Serketiyê maça Anlatya-Sivas û serketiyê maça Alanya-Galatasaray.


