...Her ku agahî bên nûçe dê bê nûkirin...
21.00: Zarokek 5 salî û diya wê bi saxî ji bin avahiyeke hatin rizgarkirin.
20.00
Serokê AFAD'ê Mehmet Guloglu ragihand ku di erdhejê de hejmara kesên mirine gihîştiye 29 kesî û 1466 jî birîndar hene. Gulluoglu li ser avahiyan jî wisa got: "Bi temamî 30 avahî hilweşiyan. Li gor tesbîtên pêşî 81 avahî bi giranî zirar dîtine, 53 jî hindik zirar dîtine. Heta niha 44 kes ji bin avahiyên hilweşiyayî bi saxî hatin rizgarkirin. Xebat li ser avahiyeke hilweşiyayî didomin ku tê texmîn 9 kes di bin vê kavilê de ne."
16.00
Cenazeyên 4 kesên di encama erdhejê de miribûn hatin definkirin. Cenazeyên kesên bi navê Gazal Say û kurê wê Yusuf Ali Say li Goristana Doganyola Meletî hatin definkirin.
Li navenda Elezîzê li Taxa Sursure kesên bi navê Fatma Yildiz û kurê wê Doruk Abbas li bin kavilê de mabûn. Cenazeyên wan li Goristana Asri ya Elezîzê hatin definkirin.
11.00:
Elazig Spor ku di Lîga 2'yemîn, Elazig Belediye SPor ku di Lîga 3'yemîn de dilîzin ji ber erdhejê maçên wan ên vê hefteyê hatin taloqkirin. Her wiha Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) biryar da ku di hemû lîgên fûtbolê yên Tirkiyeyê de berî maçê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane rawestina bîranînê bê çêkirin.10.30:
Xebatên rizgarkirina mirovan ji bin erdhejê didome. Heta niha 21 kes mirine. 1030 kes jî birîndar hene. Rasathaneya Kandîlî dibêje erdhejên dûvik heta hefteyek dê bidomin û ji gel dixwaze nekevin avahiyên dirizî, yan zirar dîtine.
09.00:
Li gor agahiyên nû di erdhejê de 21 kes mirine. AFAD'ê ragihand ku li Elezîzê heta niha mirina 17 kes, li Meletî jî 4 kes mirine. Li Elezîzê 5, li Meletî 25 avahî xira bûne. Xebatên rizgarkirina mirovan ji bin avahiyan didomin. Tirsa hejmara miriyan zêde bibe didome.
08.30:
Li gor AFAD'ê li Elezîzê 654, li Meletî 226, li Amedê 32, li Semsûrê 25, li Batmanê 6, li Mereşê 37 û li Rihayê 50 kesî piştî erdhejê serî li nexweşxaneyê dane.
****
Roja erdhejê, agahiyên 24'ê mehê:
24.00
Li gor agahiyên dawî yên ku diyar bûne li Elezîzê 8, li Meletî 6 kes mirine.
Hewa gelek sar e. Hat ragihandin ku li Elezîzê û derdora wê îşev dê ewr hebe, pîleya germê di navbera 7 û 17 derece bin sifrê de be.
23.45:
Li Elezîzê qala mirina 3 kesan, li Meletî qala 5 kesan tê kirin. Lê agahiyên ku hejmara miriyan bi dehan e jî tê. Waliyê Elezîzê qala 250 birîndaran dike.
Şaredariya Elezîzê twittek weşand û got ku pêdivî bi xwînê heye. Şaredarî bang kir ku hemwelatî herin nexweşyaneyan û xwînê bidin.
AFAD'ê ragihand ku heta niha yên diyar bûne 6 kes di erdhejê de mirine.
Midûrê Rasathaneya Kandîlî Prof. Haluk Ozener: "Dûvik erdhejên çêdimin li qada 75 kîlometreyî belav dibin. Bi ser 30'hî de erdhejên dûvik çêbûne. Li herêmê mimkûn e em di vê astê de hin erdhejên din bibînin."
Ozener dibêje ku ev erdhejên dûvik heta hefteyek dê bidomin.
Hişyarî ew e: Nekevin avahiyên ji erdhejê zerar dîtine.
Heta mimkûn be telefonê bikar neynin, xet dixitimin, bi peyam an torên bi ser înternetê re bikar bînin.
23.10:
Li Elezîzê agir bi hin avahiyan ketiye. Li avahiyeke li ser Kolana Îstîklalê ketiye. Agirkujan destwerdana ji bo temirandinê. Hat gotin ku ji ber gaza xwezayî agir pêketiye. Tê gotin ku hin şewatên biçûk jî çêbûne.
23.00:
Li gor agahiyên dawî li herêmê li dor sed avahî xira bûne. Li gundan bi temamî rewş çi ye nayê zanîn ji ber ku xetên telefonan baş naxebitin û xwegihandina gundan zehmet e.
Vê saetê bi telefonê me xwe gihand navenda Elezîzê. Li Elezîzê bi taybetî li navenda sûkê hin avahî xira bûne, gelek kes di binî de ne. Hê kes nizane çend kes di bin avahiyan de mane. Heta niha li navenda bajêr xetên telefonan kar nedikirin, niha hê nû nû dixebitin.
22.30
Piştî vê erdhejê hejînên dûvik jî çêbûn. Bi giştî li dor şida 4, 5'an, lê saet 22.21'ê de navenda wê li Puturgeya Meleti bi şida 5.4'an erdhejek din çêbû.
Tê gotin ku li gundê "Bolukkaya" ya Puturgeya Meletî gelek xanî hilweşiya.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu bi telefonê ragihand kanala CNNTurk û got ku li Elezîz û Meletî 4 kes mirine. Li gor hin agahiyan 5 kes mirine.
Ji aliyê mirin û birîndaran ve rewş hê zelal nebe jî ji aliyê madî ve zerarek mezin heye, bi taybetî li Elezîzê.
21.00:
Îro saet li dor 20.50 navenda wê Sîvrîceya Elezîzê bi meziniya 6.8 erdhej çêbû. Di serî de navenda Elezîz, Meletî, Amed, Dêrsim, Semsûr û bajarên derdorê bandora erdhejê hat hîskirin. Hat gotin ku li Rojava li Kobanî û Qamişlo, her wiha li Başûr jî erdhej hatiye hîskirin.
Heta niha agahiyên gelek zelal nayên. Ji ber ku di xetên telefonan de li Elezîzê pirsgirêk hene. Li aliyê din li Meletî dibêjin hin avahî xira bûne û kesek miriye.
Li Elezîzê hin dîten hatin ku avahî xira bûbûne lê agahiya mirin û birîndaran a zelal nîn e.


