Diyarname
Di kongreya Baroya Amedê de parêzer Mehmet Emîn Aktar careke din ji bo serokatiya Baroya Amedê hat hilbijartin.
42’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Amedê li dar ket. Di kongreyê de ji bo serokatiyê ji 662 endaman 553 endamên baroyê deng dan.
Di hilbijartinê de 541 deng hatin pejirandin û 12 deng jî nehatin pejirandin.
Parêzer û Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ku careke din berendam bû 282 dengan girt û careke din ji bo serokatiya baroyê hat hilbijartin.
Berendamê duyemîn parêzer Tahîr Elçî jî 259 deng girt.
Di dawiya kongreyê de ev kes jî ji bo rêveberiya baroyê hatin hilbijartin: Cîhan Aydin, Selahattîn Çoban, Zulfu Demîr, Sertaç Buluttekîn, Esat Aktaş, Devrîm Bariş Baran, Gazanfer Abasîoglu, Suleyman Bîlgîç, Halît Advan, Serhat Eren.


