Diyarname
Di Şampiyoniya Fûtbolê ya Jinan a UEFA'yê Euro Woman 2025 de maça yekê ya nîv fînalê hat lîstin. Jinên îngilîz bi zorê be jî bi 2-1 jinên îtalî tek birin û derketin fînalê.
Maç li Stada De Genêve (Stada Cenevre) hate lîstin. Îngilistana ku tûrnûvaya berî vê de ev kûpa girtibû wekî favorî bû, lê îtalyanan jî dixwest surprîzek çêbikin. Heta kêliya dawî hatin jî lê di kêliyên dawî de pîzzaya xwe diyarî îngilîzan kirin.
Di deqîqeya 33'yan de tîma Îtalyayê bi gola Barbara Bonansea bi 1-0 derket pêş. Nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Îtalyan bi kêf bûn, li ser xewna "vê carê dê çêbe" bûn. Lê nebû.
Di nîveka duyemîn de teknîk dîrektora hollandî Sarina Wiegman bi guherînan mudexele kir û jinên îngilîz berî maç bi dawî bibe bi 2 deqîqeyan, di deqe 90+6 de bi Michelle Agyemang bersiv da: 1-1. Bi vê yekê maç derbasî 30 deqîqeyên zêdek bû.
Di van deqîqeyên zêdek de, di deqîqeya dawî, deqîqeya 119'an de Îngilistanê penaltî bi dest xist. Di têkoşîna li pêş kelehê de lîstikvana îngilîz li erdê ket; hakema maçê wekî însiyatîf ji bo penaltiyê li firfirokê da. Di pozîsyonên bi vî rengî de hakêm dikarin penaltiyê bidin, dikarin bêjin "ev tevgereke normal e" û penaltî nedin jî.
Lîstikvana îngilîz Chloe Kelly gog li ser xala spî çikand, lêda; qeleparêza îtalî Laura Giuliani pêşî li gogê girt, lê goga ji qeleparêz vegeriya, dîsa ket ber Kelly û wê carek din lêda: Encam bû 2-1.
Bi vê encamê tîma jinan a Îngilistanê derket fînalê.
MAÇA ÎRO
Îro tîma Spanya û Almanyayê di nîv fînalê de wê bêne hemberî hev. Maç saet 22.00'an de ye, tîma bi ser bikeve di fînalê de wê bibe reqîbê Îngilistanê.
Maça fînalê 27'ê mehê li gor saeta Amedê saet 19.00'an de tê lîstin.


