ALÎ GULER
Li Berlînê îsal heyecaneke cuda heye. Ji ber ku Berlinale 70 saliya xwe pîroz dike. Ji ber wê jî bernameyeke têr û tijî heye. Bi giştî 400 film tên nîşandan. Ji wan 18 film jî ji bo xelata “Hirça Zêrin” wergirin, di beşa pêşbirkê de tên nîşandan.
Yek jî ji wan, filma derhênerê navdar ê Fransî Philippe Garrel e. Ew bi filma xwe ya bi navê “Le sel des larmes (Xwêya hesrên çavan)” namzetê Hirça Zêrîn e. Film li ser mijara evîn û karekterê insanên roja me ya îro disekine. Berhem bi awayekî dramatîk, hatiye hûnandin.
Dîmenên filmê, reş û spî hatine girtin û bûerên dilmê jî li Parîsê diqewimin. Derhêneriya dîmenan a serketî jî kameramanê navdar Reneto Berta kiriye. Rolên sereke jî Oulaya Amamra (Cemîla), Logann Antuofermo (Luc) parve dikin.
Film, her çi qasî li ser roja me ya îro be jî û behsa çend salên dawiyê jî bike, derhêner Philippe Garrel, di berhema xwe de bi cureyên modern têkiliya insanan bi rengê reş û spî re dibe ser perdeye spî.Film, tevliheviya hestên zilamtiyê û paqijiya jinê nîşanê me dide. Luc, mirovek sar, cidî xuya dike, Cemîla û jinên din jî, xwedî hestên germ in û mirovên gelekî hestyar in. Sêwirandina filmê di nava van nakokiyan de derbas dibe.
Paqijiya jinê û qirêjbûna zilam
Logann Antuofermo (Luc) ji bajarokekî li keviya Parîsê, kurê necarekî ye. Ew jî dixwaze vî karî bike. Ji bo wê jî ne wek bavê xwe, ew dixwaze perwerdeya wê bibîne. Luc, ji bo ezmûna dibistanê tê Parîsê. Li vir bi awayekî tesadufî Cemîlayê nas dike. Di navbera wan de evînek dest pê dike. Ji reng û rûyê Cemîla xwuya ye jiyaneke baqij, aram û bi evîn dixwaze. Di despêkê de Luc jî tiştekî wisa dixwaze. Lê demeke kurt paşê, diçe bajarokê xwe. Her çiqas Cemîla li benda wî be jî ew li vir bi evîna zorakatiya xwe re Louise Chevillotte (Geneviève) dîsa têkiliyekê dest pê dike. Li Parîsê, Cemîla di nava agirê evînê de dişewite. Luc 3 heyvan bi şûn ve ji bo dibistana necariyê vedigere Parîsê. Îjar li pêy xwe jineke din dihêle. Geneviève, ducanî ye. Lê ne xema Luc e. Ew li tiştekî din digere. Li Parîsê dikeve nava têkiliyên din.
Derhênerê navdar di filma xwe de jinan wek paqij, bêhesap nîşan dide. Li ser vê karekterî disekine. Li aliyekî ji ber nîşandana jinan bi vî awayî, ew bibe hedefa rexnê yê jî li aliyê din jî bêbextiya zilaman û paqijiya jinan nîşanî temaşekeran dide.
Rexneyên li ser sîstemê
Derhêner di filmê de heta ji destê wî tê ji telefon, tablet, amurên teknolojîk direve. Name û pênus di filmê de ji wan amûran in ku herî zêde tên bikaranîn. Lê belê, li hêla din Luc, sîstema kaptalîst, ezeziyê, temsîl dike. Di nîşandana nihêrîn û tevgerên Luc de derhêner, bi xetên estetîk vê sîstemê rexne dike û balê dikişînê ser paqijiya jînê û xwezayê. Jin bêhesap, li pê jiyaneke aram in. Zilam jî bi hesap û pîlan in. Derhêner Philippe Garrel, nasnameya sînemaya xwe, di vê filmê de jî bi dewamî diparêze.
Di filmê de listîkvan hêmu gelek serketî ne. Hele dîmênên estetîk ên derhênêrê dîmenan ê navdar Reneto Berta mirovan matmayî dihêlê û dikişîne nava filmê. Ew dike ku mirov xwe wek parçeyekî filmê bibîne. Film ji bo xelata “Hirça Zêrîn” gelekî bi îdîa ye
Yekî Ozgur Polîtîka


