Batman
1'emîn Pêşbaziya Kurtefîlman a Kurdî ya Yilmaz Guney bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di pêşbaziyê de kurtefîlmê bi navê "Deng" bû yekemîn, "Bîsqilêt" bû dûyemîn û filmê bi navê "Dîcle" jî xelata sêyemînî girt.
Pêşbirka Kurtefîlman a Kurdî ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Batmanê ve hate organîzekirin bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di merasimê de Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Hevserokên BDP'a Batmanê Saadet Becerîklî, Şehmuz Aslan, Serokê Weqfa Yilmaz Guney Riza Zingal, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û derhênerên sînemayê Ahmet Soner, Kazim Oz, Yuksel Yavuz, lîstikvan Menderes Samancilar, Erkan Can û gelek kes amade bûn.
Di merasimê de pêşî peyama Şaredarê Batmanê Nejdet Atalay ku niha girtî ye û peyama derhêner Fatih Akin hat xwendin, dûre dest bi belavkirina xelatan kirin.
Di pêşbaziyê de kurtefîlmê bi navê "Deng" (Derhêner Filiz Işik Bulut) bû yekemîn, "Bîsqilêt" (derhêner Serhat Karaaslan) bû dûyemîn û filmê bi navê "Dîcle" (derhêner Seren Gel) jî xelata sêyemînî girt.
Her wiha kurtefilmê bi navê "Cheese" (derhêner Huseyîn Tabak) ku ji Avustralyayê şandibû jî Xelata Juriyê ya Taybet girt.
***
Nûçeyên eleqedar:


