logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Çi eleqeya wan bi 'Pirsgirêka Kurdî ya Wêjeyê' re heye?*

Wê 'Pirsgirêka Kurdî ya Wêjeyê' bê nîqaşkirin. Baş e lê çi eleqeya van kesan bi vê re heye?

  • Dîrok: 30/11/2010
  • Beş: Serbest

Cîhan ROJ

Di xwendevaniyê de ji metn û gotaran bêtir  bala min li kitekit, têbinî û xêzikên sivik e. Di gotara Têmûrê Xelîl de (24/11 2010, Nefel) nîşeyek   balkêş heye:
 “…pirtûka doktorê zimanzanîyê, profesor û serokê beşa kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Ermenîstanê Maksîmê Xemo ya bi sernavê "Ferhenga kurdî-rûsî ya frazêologî" ra bibine nas, ko sala 1979-an li Yêrêvanê çap bûye.
Di wê pirtûkê da 8 hezar fraz û îdyomên bi zimanê kurdî hene û ewana bi zimanê rûsî hatine şirovekirinê…
Wek gelek berhemên kurdî yên hêja, ev berhem jî tam negihîştîye gelê me. Ji ber ko îdyom bi kurdîya tîpên kirîlî ne û şirovekirina wan jî bi zimanê rûsî ne. Min îdyom kirine kurdîya latînî û şirovekirina wan jî ji rûsî wergerandîye kurdî. Ez bawer im, ko wê çend rêxistin, weşanxaneyên kurdan hebin, ko bixwezin vê pirtûka zanyarî ya hêja û giring çap bikin”
Li Serhedê peyva “nener” tê bikaranîn ku ji “sosret” ê madetir wateya “îbret” ê dide der. Îca bi tevî gelek nenerên di qada çand û wêjeyê de diqewimin carna jê nenerên wiha jî xwe didin der ê tu kes nikaribe jê re hincetan bibîne; 8 hezar fraz û îdyomên kurdî ku bi gotina Têmûrê Xelîl negihiştiye gelê me. A, tişta ku ê li her deverî wekî nenerî bê dîtin ew e ku nivîskar ked daye ji rûsî kirine kurdiya latînî lê bi hêvî û dexalet bang li rêxistin û weşanxaneyan dike da çap bikin.
Her ku nivîskar bi awayek kubar hêvî kiribe jî ez wê hêviyê wekî kêrekî ko ya rexneyê difikirim ku di serê dilê her kesî de daçikiya ye.

Ji ber ku îro di malpera Diyarname de nûçeyek derbarê çalakiyên wêjeyî de hebû ezê ji wê nûçeyê mînakekê bidim**:
“Şaredariya Wanê, Kurdî Dera Wanê, Egîtîm Sena Wanê û Weşanên Lîs li Wanê çalakiya ‘Rojên em bi kurdî bixwînin’ li dar dixe”
Çalakî û gavên wisa dil li însan xweş dikin. Xweziyên însan bi cî tên. Lê di bernameyê de agahiyekê bala min kişand:
“Pirsgirêka Kurdî ya Wêjeya
Axaftin: Oya Baydar , Ayşegul Devecioglu, Yavuz Ekinci”


Pirsekê xwe da der, çi eleqeya van kesan bi çi awayî bi babetê re heye? Bi qasî agahdar im her sê jî bi tirkî dinivîsînin. Heta di agahiyên înternetê de ji bo Yavuz Ekîncî wiha hatiye nivîsîn: Nivîskarê tirk ê esilkurd.

Helbet dil dixwaze ku di çalakiyên wisa de bi sedan kes û derdor cih bigirin. Kî dibe ne xem e lê xem û hesabê ez dikim tiştek din e; bi tenê bi mesrefa ku li wan tê kirin organîzasyonê dikaribû pirtûka ku Têmûrê Xelîl behs dike çap bikira û li sedan kesan belav bikira. Gelo ji bo ziman, edebiyat û xwendevanên kurdî 8 hezar îdyomên bi kurdî muhîm e an tevlêbûna hersê kesan.
Hurmeta min ji bo hersêyan heye. Ez behsa rastiyekê dikim. Û baş dizanim ger ew kes haydarî rastiyên wiha bin dê ew jî bêjin bangî me nekin di zûtirîn demê de berhemên wisa ji bo ziman û edebiyata xwe bidin çapê.

cihanacirokan@hotmail.com

 

***

*Nivîskar Cîhan Roj navê "Nener" li nivîsê kiribû, sernavê li jor me lê kir (Diyarname)
**Ji bo nûçeya eleqedar binêrin: Li Wanê ‘Rojên Em bi kurdî bixwînin’

*Têbiniya Diyarnameyê: Li Wanê dê bernameyeke bi navê "Rojên em bi kurdî bixwînin" li dar bikeve. Bername ji me re hat û me nûçe çêkir. Di bernameya ku ji me re hatibû şandin de ev sernav wisa hatibû nivîsîn: "Pirsgirêka Kurdî ya Wêjeya". Piştî me nûçe çêkir û bername jî pêre weşand, nivîskar Cihan Roj ev nivîsa jor ku têde qala vê xalê jî dike nivîsî. Edîtorê Weşanên Lîsê Lal Laleş li me geriya û diyar kir ku di dema nivîsandina bernameyê de sernav kêm hatiye nivîsîn û rastiya wê sernavê wisa ye: "Pirsgirêka Kurdî ya Wêjeya Tirkî".

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di Roja Ziman de ji Komeleya Nivîskarên Kurd bangek

ad

Heyeta OCHA'yê çû Kobanî

ad

'Guleya Canana biçûk kuşt ji kişlayê hat'

ad

Salnameya Pirelli ya 2022'yan derket

ad

Helîm Yûsiv: Li Rojava perwerdekirina kurdî qezenceke neteweyî ye

ad

Belgefîlmê 'AMY' rekor şikand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname