ENQERE
Li ser komkirina bîdonên çopê yên Şaredariya Misircê ku ji ber bi kurdî nivîs li ser hatibûn nivîsandin û bi şerta ku tîpa ‘ê’ neyê nivîsandin şûn ve hatibû radestkirin, Parlamenterê BDP’ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk bertek nîşan da û balkişand ser TRT 6’ê û xebata derxistina pirtûka Mem û Zîn a Wezareta Çandê. Ozçelîk got: “Zimanê kurdî ji bo kurdan qedexe ye, lê heta ku xizmeta propagandeya AKP’ê bike serbest e.”
Parlamenterê BDP’ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk, têkîldarê komkirina bîdonên çopê yên li ser ‘Şaredariya Misircê’ nivîsandibû, di civîna li Parlamentoya Tirkiyeyê hat lidarxistin de nêrînên xwe anî ziman.
Ozçelîk dest nîşan kir ku mesele ne kulika (bilindeka) li ser tîpa ‘e’ ye armanc qedekirina kurdî ye. Ozçelîk bi bîr xist ku li gor zagona 1352’yê di şûna tîpên Erebî de dikare tîpên Elfûbeya Latînî bên bikaranîn.
Ozçelîk bal kişand ku her çiqas di alfabeya tirkî de tîpa ‘w’ tune be jî di ‘show tv’, ‘www.adalet.gov.tr’ de, bi awayekî ber bilav tê bikaranîn û ev yek nabe sedema tu lêpirsîn û dozvekirinan.
Der bareyê mijarê de Ozçelîk mînak zêdetir kirin û wiha axivî: “Li gor zagonên heyî bikaranîna kurdî ya TRT 6’ê qedexe ye û AKP di vê kanalê de ji bo bikaranîna tîpên Q, W, X, Ê, Û, Î deng jê dernayê. Her wiha Wezareta Çandê Destana Mem û Zînê li gor rêzik û rêçikên kurdî derdixe û tu metirsiyek di vê yekê de nabîne û vê yekê wek propaganda bi kar tîne.”
Destana Mem û Zîn a ji aliyê Wezareta Çandê ve 2 hezar û 500 hatine çapkirin bi hinceta ku dijî Zagona Tîpên Tirk e ya jimara 1353 rastî lêpirsîn û komkirinê nehatiye.
Di vî warî de Ozçelîk wiha pêde çû: “Lê belê Şaredariya Misircê ji ber du peyvên kurdî li ser bîdonên çopê nivîsandiye, bi hinceta dijî zagonan e tên komkirin û der barê Şaredarê Misircê de de doz tê vekirin. Wekî hemû caran, di vir de jî mantalîteya AKP'ê ya yekdestperestiyê derdikeve holê. Kurdî, ji kurdan re qedexe ye, lê heta ku xizmeta propagandaya AKP’ê bike serbest e, tenê ji bo AKP’ê serbest e. Helwesta Darazê û AKP’ê ya bêrêçik û bêpîvan, ma gengaz e (pêkan e) ku bi me re rêzdariyê çê bike?”


