logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Festîval îsal 'Ji bo her kesî edalet'ê digire dest

Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê îsal di navbera 20-26'ê mehê de online li dar dikeve. Bernameya festîvalê jî bi ser onli

  • Dîrok: 02/11/2020
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil OGUZ / STENBOL

Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê îsal di navbera 20-26'ê mehê de online li dar dikeve. Bernameya festîvalê jî bi ser online hat eşkere kirin.

Festîvala Sûc û Ceza ku her sal li ser edaletê re fîlm û mijarên bi vî rengî digire dest carek din li dar dikeve. Festîval îsal di sala xwe ya 10'an de ye. Ji ber rewşa pandemiyê vê festîvalê jî tevdîr girtin û bi ser online re dê li dar bikeve. Daxuyaniya eşkerekirina bernameyê jî bi vÎ awayî çêbû. Ji bo eşkerekirina bernameya festîvalê bi ser bernameya zoomê daxuyaniya çapemeniyê hate organîzekirin. Derhênera Festîvalê Prof. Dr. Bengi Semerci li ser bernameya festîvalê daxuyanî da çapemeniyê. Mijara bingehîn a festîvalê ya îsal "Ji bo her kesî edalet" e. Serokê Festîvalê Prof. Dr. Adem Sozuer li ser festîvalê axivÎ û got ku di 10 saliya festîvalê de ew hêvî dikin bi ser online re be jî bikaribin balê bikişînin ser vê meseleyê.

'Her roj banga girtina Însanan tê kirin'

Sozuer diyar kir ku wan "mijara masûmiyetê hilbijartiye" û wisa got, "Di nav rojê de bêyî li mijara masûmbûnê bê nêrîn kes têne sûcdar kirin. Di bûyerên siyasî û civakî de jî ev yek wisa ye. Ger biryareke teqez nîn be divê em mirovan sûcdar nîşan nedin. Di vî warî de rewş çawa çêdibe, emê vê bigirin dest. Di nav tora civakÎ de jî her şev hin têne Sûcdar kirin, banga tewqîfkirina wan tê kirin, ji wan hin têne girtin jî. Ev kirin hemû binpêkirinên mafê masûmbûnê ne. Di warê kuştina jinan de jî, sûcdar nîşandayîna penaberan jî, ev hemû binpêkirinin in."

Her wiha Prof. Dr. Sozuer diyar kir ku îsal 60 akademîsyen dê teblîxan pêşkêş bikin, ewê ji gelek welatên dinyayê akademîsyen û sînemageran bînin ba hev û perspektîfa akademîk derxin pêş, bikin ku ka çawa dikarin rewşek adilane saz bikin. Dîsa Sozuer diyar kir ku ew wekî her sal van teblîxan dê wekî pirtûk çap bikin.

Festîval 19'ê mehê bi merasimeke dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Şîşliya Stenbolê dest pê bike. Festîval dê hefteyek bidome û bi dehan fîlmê li ser edaletê dê bêne nîşandayîn. Fîlm bi ser platforma online scope re dê bêne nîşandayîn. Hevpeyvînên ligel derhêneran jî dê ji ser hesabê instagramê ya festîvalê re li dar bikevin.

Xelatên Teraziya Zêrîn

Di festîvalê de Xelatên Teraziya Zêrîn di warê navneteweyî, neteweyî, kurtefîlman de têne dayîn. Juriya Festîvalê di bin serokatiya sînemagera ji Hindistanê Leena Yadava de dê Xelata Teraziya Zêrîn diyar bike. Endamên din ên juriyê Omur Atay, Rodd Rathjen, Alin Taşçiyan û Tuba Unsal in.

Di beşa Pêşbaziya Teraziya Zêrîn de ev fîlm hene:

- Veins of the Word / Dunyanin Damarlari / Almanya

- The Seeds We Sow / Ektigimiz Tohumlar / Fransa

- A Common Crime / Kolektif Suç /  Arjantîn

- Submission / Teslimiyet / Portekîz

- Contry Lines / Uyuşturucu Kuryesi Çocuklar / Îngilistan

- The Alien / Yabanci / Îran

- Yaşamak / Tirkiye

- On Old Lady / Yaşli Kadin  / Koreya Başûr

Her wiha di beşên Pêşbaziya Neteweyî û Kurtefîlman de jî xelat dê bêne belavkirin.

Ji bilî nîşandayîna fîlman 2 panel, 2 atolye û gotûbêj jî dê li dar bikevin.

Xelatên Rûmetê

Festîval wekî her sal îsal jî xelatên rûmetê dide hin kedkarên di vÎ warî de. Xelata Rûmetê ya Sînemyê dê bidin Agnieska Holland, Xelata Rûmetê ya Akademîk dê bidin Paulo Pinto De Albuquerque û xelata Keda Ji bo Sînemayê jî dê bikin Ugun Îçbak.

Ji bo agahiyên zêdetir:

http://www.icapff.com/


Serokê Festîvalê Prof.Dr.Adem Sozuer bal kişand ser edaletê û got ku bêyî sûcê hebe girtina kesan binpêkirina xala masûmiyetê ye.

***

Nûçeya Eleqedar:

- Festîvala Sûc û Ceza li benda berheman e

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Ji bodruma wehşetê: Dibe me jî qetil bikin

ad

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket

ad

Romana kurdî bi çavê keçeke misrî (Vidyo)

ad

Pêşangeha jinên şêwekar hat vekirin

ad

'Zemanekî li Anatolî' pêşberendamê Oscarê ye

ad

Di Kûpaya Tirkiyeyê de Dora 5'an

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname