Diyarname
Bi destpêkirina sala nû 2022’yan re, çapake erebî ya nû ya romana “Gava ku masî tî dibin” ya Helîm Yûsiv ji nav Weşanên AVA derket.
Yekem car wergera erebî ya romanê di sala 2020’î de ji nav Weşanên Masaa li welatê Bahrên derket. Çapa yekem a romanê di demeke kin de qediya. Û romanê bal kişand. Yek ji kesên ku ji roman hez kir û kir mijara xwe jî keçeke misrî ye. Keça bi navê “Ghadeer” xwedî kanaleke Youtube ye, bi ser 6 hezarî de aboneyên wê hene û ew her pirtûkan dixwîne, dinirxîne û ji bo şopînerên xwe belav dike. Di dema ku wergera romana Helîm Yûsiv “Gava ku masî tî dibin” bal kişandibû de vê keça misrî Ghadeer jî ew roman pêşkêş kiribû. Di vîdyoyê de (1) de ew behsa yekem romana kurdî dike, ku wê xwendiye. Ew jî romana “Gava ku masî tî dibin” a Helîm Yûsiv e ku Ciwan Teter wergerandiye erebî.
'ROMANA KU EZ BI GIRÎ KIRIM'
Ghadeer vidyoya xwe bi vî sernavî belav kiribû, “Romana ku ez bi girî ve kirim”. Di hundirê 6.49 xulekan de ku dirêjbûna vidyoyê ye behsa sernavê romanê yê felsefîk dike, behsa nivîskarê romanê û nîvisandina bi zimanê dayikê dike, her wisa behsa pirsgirêka kurdan û şerê ku ji bo azadiya xwe dikin, dike. Li ser masî, kesê sereke yê romanê û hezkiriya wî ya ku berê wî dabû çiyayên Kurdistanê diaxive. Li wê derê tev li dehên şervanên jin û mêr dibe û di riya serpêhatiya Masî re, mirov dikare hem kurdan û çanda wan û hem jî awayê jiyana wan û şer û pevçûnên ku di nav de dijîn nasbike.
Ghadeer di derbarê sedemên kêfxweşiya xwe ya ji ber xwendina vê romanê de şopînerên xwe agahdar dike. Dibêje ku vê romanê bandoreke mezin lê kiriye û ew di derbarê rewşa miletekî û çanda wî de ew serwext kiriye. Wê ji bo şopînerên pêşniyar kiriye ku vê romanê bixwînin.
YEK JI 10 ROMANÊN BANDOR LÊ KIRIYE
Di roja 20.02.2021 de Ghadeer di vidyoyeke nû de behsa 63 pirtûkên ku di sala 2020’î de xwendibûn dike, ji wan deh romanên herî baş û di pîleya yekem de “Gava ku masî tî dibin” tê. Wisa behsa bandora mezin ya ku vê romanê lê kiriye dike û çawa ev roman bû sebeb ku êdî ewê li berhemên wêjeya kurdî bigere û bixwîne. Ghadeer vê romanê ne wekî yek ji deh romanên herî baş yên salê tenê, lê wekî yek ji deh romanên herî baş ku di jiyana xwe de xwendine, dinirxîne.(Ev axavtin di xuleka 7.30 heta 8.5 de ye- vidyo2)
WERGERA ÎTALÎ JÎ TÊ
Romana Helîm Yûsiv “Gava ku masî tî dibin” di sala 2008’an de yekem car derketibû. Paşê ji bo tirkî, farisî û îngilîzî hatibû wergerandin. Wergera romanê ya îtalî jî di demeke nêzîk de li Îtalyayê tê weşandin.
**
Linka Vidyo1 ya Ghadeer reads
https://www.youtube.com/watch?v=3HTj5wPiJfo
***
Linka Vidyo2 ya Ghadeer reads
https://www.youtube.com/watch?v=ygtRatDuDek


