logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Çîroka herî kin

Ji bajarekî dûr hatibû rêwiyê şevê, na na, ne ku navê wî rêwiyê şevê bû, lê wî wê şevê, di wê rêwîtiyê de ew nav li xwe

  • Dîrok: 25/12/2010
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz 

Ji bajarekî dûr hatibû rêwiyê şevê, na na, ne ku navê wî rêwiyê şevê bû, lê wî wê şevê, di wê rêwîtiyê de ew nav li xwe kiribû.
Navê wî, dê wekî çîroka wî ya wê şevê kurt û kurdûnde bûya… Te dî, mirov xewneke xweş dibîne, a rast ew jî çîrokek e, na na, çirûskeke ji gelek çîrokan, an jî çirûsk in ji çîrokekê, tu, hin lê serwext nabî ku “bîrhatin” jê bizên û di goşeyeke mejiyê de wekî kozmîkgehekê bimîne.
Xewa rêwiyê şevê dihat gava otobus ber bi riya dirêj a ji bo wê hatin û çûyîna her rojî, ji bo rêwiyan, rêwîtiyeke nû û cihê meraq û heyecanê. Nîv xew, nîv hişyar e, dixwest pirtûka ber destê xwe bixwîne, lê mîratê kengî serê xwe bitewîne, mîdê wî li hev dikeve, dilê wî radibe. Nikare.     
Paldanka rex wî vala ye, çi kes lê rûnenişt, otobûs di rê de ye, li beramberî wî rêwiyeke ciwan heye. Nizanim çawa çêbû, bala wî kişand, xuya bû, rêwiya şevê jî bala wê rêwiyê kişandibû – belkî jî nekişandibe, helbet dê çi carê ev pirs nekira û bersiva vê jî nezanîba. A rastîn qet xema wî jî nebû…
 Di navbera xew û hişyariyê de, rêwiyê şevê, di tariya şevê de xwe li çirûskvedanên hişê de dît. Tê de digevizî; bîrhatin wekî lêmiştê bi ser hişê wî de qulopil û qel dibûn. Pê hesiya ku stûyê wî bi paldanka otobûsê ve şehitî ye, avek ji berkar xwest, girt û di carekê de bi ser devê xwe de kir. Belkî tenê rasthatineke be, lê rêwiya li paldanka beramberî wî jî, di heman demê de avek xwest û vexwar.
Dîsa bala wî nekişand, lê dîsa jî xwe negirt û di bin çavên xwe re, çend caran bi dizîka li rêwiya ciwan nihêrt: Keçikeke esmer, xwe li ser paldankê wekî jûjiyê xwe dikişîne qalikê xwe, xwe komî ser hev kirî, çend bisk ji porê reş rûyê wê nixumandibû.
Dîmen û çîroka vê dîmenê, bi dilê wî xweş hat… Wekî ku li aveke zelal binêre û bêyî ku dilê xwe de tiştekî biborîne, wisa temaşe kir, jixwe, baş serwext nebû ka hişyar e an van tiştan di xewa xwe de dibîne.
Piştî bîskeke dîtir –rêwîtiya 12 saetan- lê ji ber ku ew xew bûye, ya ji wî ye bîskek e- rêwîyê şevê, ji tîrêjkên tavê ên di cama otobûsê re dawerivin ser rûyê xwe hişyar bû. Dîmen êdî zelal bû. Piştî çendekê peya bû. Ber bi mala xwe kete rê. Lê ew çi bû? Keçika di otobûsê de li paldanka beramberî wî rûniştî, çend gava li pêşiya wî dimeşe.
Piştî rojbaştêdanekê, qederekê bêdeng di ber hev de û bi hev re meşiyan. Piştre keçik li texsiya li ber rawestiya siwar bû û berî ku siwar bibe, çavên wan li hev ketin…
Taxsî çû. Bîrhatin li pey çênebûn. Rêwiyê şevê, bêyî ku nave wê jî bizanibe berê xwe da otobusa Belediyê û ber bi çîroka rastî ya jiyana xwe kete rê…      

omerdilsoz@yahoo.com

 

***

Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirş e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Ji bo lingên kewan nekevin qefesan!

ad

Partîsîp û Raweyên Neragihandinî di Kurmancî de

ad

Helbesta Kamûran Bedirxan kir stran

ad

Ji nivîskarên me nivîsên nû yên vê hefteyê

ad

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

ad

Helbestvan û çîroknivîskar Azad Ronakbar wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname