Diyarname
Li dinyayê serdestiya vîrusa koronayê (Covid-19) didome, lê tenê welatek vê serdestiyê qebûl nake, ew jî Tirkmenistan e.
Li Tirkmenistayê dewletê biryar da û peyva "Covid-19", yanê vîrusa koronayê qedexe kir. Li gor nûçeyên hatine belavkirin dewletê piştî vê biryarê broşurên li dibistanan hatine belavkirin jî kom kirin. Her wiha çapeminiya dinyayê dibêje ku li welat kesên li kuçeyan maske bikar anîbe, yan li ser vîrusê biaxive ew tê binçavkirin. Dewlet vê dibêje, "Tu pirsgirêkê wekî pirsgirêk nebînî ew ji holê radibe."
Radio Free Europe/Radio Liberty wisa gotiye: "Rayedarên tirkmen ji bo hemû agahiyên der barê vîrusa korona de ji holê rakin serî li tevdîrên xurt dane."


