Diyarname
Bi vîrusa koronayê de salonên sînemayê jî hatin girtin. Ji bo nîşandayîna fîlman li Amerîkayê çareyek hatibû dîtin, niha Almanyayê jî çareyek dît: Ji şaneşînan re temaşekirina li filman.
Li herêma Kruezberg a Berlîna Almanyayê li kuçeyan panoyên mezin û li avahiyan jî berdeyên spî hatin daliqandin û bi ser wan re ji bo şêniyên wir fîlm hatin nîşandayîn. Gelê li bajêr ji şaneşînên xwe re bi vî awayî ligel cîranên xwe li fîlman temaşe kirin.
Li DYA'yê jî rê hatibû dîtin
Li Îtalyayê mirovan ji şaneşînên xwe re bi hev re konser dabûn û bi vî awayî kêfa hev anîbûn. Li Teksasa DYA'yê jî kompaniyek li otoparkê fîlm nîşanî mirovan dabû.



