Cîhan ROJ
Êş her çi qas di her wextî de rastiyek jiyanê be û wekî Nietzsche gotiye dibe ku her tişta êş bi me dide kişandin ne xirab be jî êş rastiyek serê rê ye; bi nêziktêdayîna Nietzsche an hûnê li dû êşê ber bi lûtkeyê ve bimeşin an jî êş bibe elîmînekê, bibe halê gazinan, nehêle hûnê xwe li tu rêyê bigirin.
Seneca ji dayikekê re nameyekê şandiye, dilê wê dayikê çend salan mişt bi êşê dagirtî bûye. Di nameya xwe de Seneca gotiye:
“Tişta li vir mijara gotinêye ev e: Ma êş ew tişt e ku îlahîm gelek kûr be û tu car raneweste.”
Çi di jiyanê de be çi jî di wêjeyê de be em pêrgî wan rastiyên êşê dibin. Vê êvara sersalê Dilşêr helbesteke xwe di cîhana teknolojîk de bi min re par ve kir. Di helbesta wî a bi navê “ŞEV” de ev her du riste hebûn:
“Wey Xwedêyo sed carî mala te ava be
Êdî em naxwazin êşê bidoşin.”
Van risteyan serî li lodê digirin; heger ku êş pêsîr be bila ne pêsîrên dayikekê be, bila pêsîrên cazûyên xeybane yên di çîrçîrokan de be…Heger ku êş guhan be bila ne guhanên mihan be da em şîr jê vexwin, bila guhanên şêr be ku însan nikaribe bidoşe …Yên dikarin şîrê şêr vexwin em dibêjin li wan helal be.
Wekî hêviyek ji hêviyên sersalê, hêvî dikim ku ê tu kes êşê nedoşe…


