Diyarname
Bi biryarnameyê ku di rojnameya fermî de hat weşandin Zanîngeha Îstanbul Şehîr ku aîdê Ahmet Davutoglu bû hat girtin.
Zanîngeha Îstanbul Şehîd di sala 2008'an de wekî zanîngeha weqfê hate avakirin. Zanîngeh ji aliyê Weqfa Huner û Zanistê (avakarên vê weqfê Mustafa Ozel û Ahmet Davutoglu bûn) ve hat avakirin. Di 5'ê kewçêra 2010'an de bi beşdariya Serokomarê (Abdullah Gul) û Serokwezîrê (R.Tayyip Erdogan) Tirkiyeyê yên wê demê merasimek li dar ket û zanîngehê dest bi serdema perwerdehiyê kir.
Zanîngeh her ku çû mezin bû û zanîngeha ku li Altûnîzadeya Stenbolê cihê wê hebû paşê li hin cihên din jî kampus vekirin.
Piştî ku Davutoglu ji AKP'ê veqetiya rewş guherî. Pêşî kayûm şandin ser Weqfa ku zanîngeh ava kiribûn û îro bi biryarnameyek xebatên zanîngehê bi temamî hatin rawestandin.


