Stenbol
Sendîkayan got her der Taksîm e, dawî li bernameyê anîn û got; "Em çelengê da naynin ber peykerê Taksîmê, emê ji serokwezîr re bişinin."
Li ber rojnameya Agosê Serokê Giştî yê KESK'ê Îsmail Hakki Tombul, Serokê Giştî ye DÎSK'ê Suleyman Çelebî, Sekreterê Giştî yê Turk-Îşê Mustafa Turkel derketin pêşberî hezar û 500 kesên ku di nav de mebûsên DTP'ê jî hebûn û gel bi zorê hatibûn cem hev. Sendikavan gotin ku wan dawî li bernameya 1'ê Gulanê aniye.
Girseyê diruşmên "AKP îsTîfa", "Bijî 1 Gulan", "AKP dê hesabê bide gel" avêtin.
Axafitinên li wê derê:
Serokê Giştî yê KESK'ê Îsmail Hakki Tombul: "Li televîzyonan dîmenên ku dişibin dîmenên şer têne weşandin. Bombeya gazê avêtin navenda Gişti ya DÎSK'ê û xwestin mirovan qetil bikin. Êdî hedefa me ne Taksîm e. Her der Taksîm e."
Sekreterê Giştî yê Turk-Îşê Mustafa Turkel: "Em naçin Taksîmê, emê wê çelengê jî li Taksîmê daneynin. Ger em wê çelenê deynin dê gotina Walî û Serokwezîr bê cih. Em wê çelengê ji Walî û serokwezîr re dişînin."
Serokê Giştî ye DÎSK'ê Suleyman Çelebî: "Li vî welatî wekî ku şer hebe ketine nava hewldanan. Yên ku Stenbolê ji karkeran re dikin zindan xwe wekî hawariyên azadiyê nîşan didin. Niha her der Taksim e, her der 1 Gulan e. Vaye qiyamet ev e. Roj bê dê kedkar hesabê vê yekê bipirsin."


