Diyarname
CHP ji bo dengên kurdan bi dest bixe dest avêti. Li gor vê xebatê CHP'ê projeya xwe ya hilbijartinê "Sîgortaya Malbatê" wergera kurdî. CHP ku niha dike ku malpera xwe jî bike kurdî, bi kurdî reklam daye TRT 6'ê û di rojên pêşiya me de dê ev reklam bê weşandin.
Her wiha di pîrozbahiyên 8'ê adarê de ku CHP wê li Mêrdînê li dar bixe de hunermend Zuleyha dê bi kurdî stranan bistrê.
Li aliyê din Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ku di 13'ê adarê de de biçûya Bexda, Silêmarî, Kerkûk û Hewlêrê hate gotin ku ji ber ewlehiyê ev gera wî ji bo meha avrêlê bi paş ve xistine.


