logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Rûkiye Ozmen: Şahidek wisa got, 'ez li wir bûm bavê min pirtûkên Melayê Batê şewitandin'

Rûkiye Ozmen ku li ser 8 wêjevanên kurdî yên klasîk dokumenter çêkiriye qala agahiyên balkêş dike.

  • Dîrok: 16/07/2020
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Cemil OGUZ

Wêjevanên klasîk ên kurdî bingeheke muhîm ji bo wêje û zimanê kurdî ji bo roja îro hiştine. Heta niha hin xebat li ser wan hatine kirin û hin têne kirin û dê bêne kirin. Her tiştek ku bê kirin gelek bi qîmet e. Yek ji wan jî xebata dokumenteran e ku nivîskar û helbestvan Rûkiye Ozmen çêkir. Ozmen di salên derbasnûyî de ji Ehmedê Xanî heta Melayê Batê, Mela Mehmûdê Bazîdî bi giştî 8 rêzedokumeter li ser kesayetiyên kurd çêkirin. Her 8 dokumenter jî îsal di TV‘yê de hatin weşandin. Kesên lê temaşe kirin ew gelek ecibandin. Me jî xwest balê bikişînin ser vê xebatê û li ser dokumenteran bi Rukiye Ozmen re biaxivin. Ew qala şewitandina pirtûkên Melayê Batê jî dike, qala hin taybetiyên van kesayetan jî dike. De kerem bikin..

Tu dixwazî bi van dokumenteran armanceke çawa derxî pêş?

Armanca min ji van Dokumenteran ew e ku bi kurtasî jî be, ez serteliyên xwe li kevirên medreseyên herifî û yên hîna ava ne bixim. Bibêjim ev beytên zanayên me yên ku ji dîrok, wêje, hizir û hestên wan ên hunayî di van hicrikên kavilbûyî de welidîne. Ev destan, helbest û çîrok, dest bi dest, mal bi mal,li gund û bajaran geriyane. Di qonaxên dîrokê de, hin di şikeftan de şewitandine, hin di bin erdê de rizîne, hin talan û winda kirine, hin jî dizîne û veşartine. Van helbest û destanan mohra xwe li dîroka me xistine. Bi lêkolîn û berhevkirinê em ê bigihên xwe û ji feyza wan zanyarên me, bi van berheman tabloya pêşeroja xwe nîgar bikin. Her wiha bi van xebatên lêkolîn, nivîs û dokumentan, em fêr dibin ku xêrnexwaz û serdest fikrên zanyarên me berevajî dikin. Ji lew divê ku em realiteya xwe ji hev guhdar bikin û ji hev hîn bibin, da em li ser bingeha xwe bimeşin.

Berê jî li ser şexsiyetan hin dokumentar, nivîs û pirtûk hatibûn nivîsandin. Dema tu ê xwe û yên berê xwe bidî berhev tu dikarî çi bêjî?

Bêgoman pir kesan dokument li ser alim û klasîkên kurdan çêkirine. Ne tenê kurdan, her wiha cîranên kurdan û miletên din jî berhem li ser klasîkên kurdan çapkirine. Wekî mînak; lêkolînerên rusî û ewropî. Hinan li gor berjewendiyên xwe û hinan jî bi nîv realîteyî lêkolînên xwe pêşkêş û çap kirine. Serdestanên kurdan jî berhem û dokumentar li ser edîbên kurdan çêkirine. Lê pir sansûr kirine û li gor berjewendiyên xwe amede kirine. Rastiya wêje, dîrok û çanda me berevajî kirine. Min hewl da ku xwe bigihînim rastiyan. Ez wekî kurdeke, min ji xwe re ev yek wekî erkekî neteweyî û wijdanî dît. Ez li bajar, medrese û li ser gorên wan aliman geriyam, min pêşkêşî ji bajar, gund, medrese û li ser gorê wan kir. Min ji bo piraniya dokumenteran, rol dane lîstin, ji bo karekter zindî bibin. Cara ewilî ye jî ku jinek di nava kurdan de rêzedokumenteran li ser berhem û dîroka zanyarên me yên klasîk çêdike.

Kengê fikir bi te re çêbû ku tu dest bi xebateke wisa bikî û te kengê dest pê kir?

Min di TV‘yeke tirkan de dokumentarek li ser Mem û Zîn a Ehmedê Xanî temaşe kiribû. Realîteya hest û fikirên kurdayetî ji destana Ehmedê Xanî guvaştibûn. Ew wekî serpêhatiya trajediya du evîndarên ku ji ber feodaliya kurdan evîna wan hatiye qetilkirin, pêşkêş dikirin. Wê demê ev ristên Ehmedê Xanî yên jêr hatibûn bîra min:

Şerha xemê dil bikim fesane 

Zinê û Memê bikim bahane

Nexmê wê ji perdê derînim 

Zînê û Memê ji nû vejînim

Sal derbasbûn, êdî ketim pey vê xwesteka xwe. Min proje da Stêrk TV, wan jî ev projaya min a rêzedokumenterî pejirand. Di sala 2015’an de ez çûm welat, li wir min dîmen kişandin, hevpeyvîn çêkirin û pêşkêşî jî li bajar û merdreseyan kir. Xebateke dûr û dirêj bû. Ji xwe zû de min  metaryal berhev dikirin. Me piraniya montajê jî li Ewropayê çêkir. Îsal jî Stêrk TV ew rêzedokumenter bi rêzê her du hefteyan carekê weşandin.

Mimkûn her kes hay jê nebe; Heta niha te belgefîlmên kî çêkirin û yên di rêzê de ne kî ne?

Min heşt dokumenter li ser heşt zanyarên kurd çêkirin; Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Pertew Begê Hekarî, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Elî Herîrî û Mela Mahmûdê Bazîdî. Di rêzê de dokumenterên li ser kesayetên kurd ên din jî hebûn lê rewşa siyasî ya serdest bû sedem ku em wan taloqî zemanekî bikin.

Belgefîlm hinekî jî meseleya aboriyê ye. Tu vê meseleyê çawa çareser dikî?

Televîzyonê dokumenter fînanse kirin. Malbata min jî wekî her car, bi madî û manewî piştgirî dane min. Li Botanê komeleya yekîtiya aliman hebû, ew rolên wan zanyaran lîstîn. Cil û bergê pêwist wan bi xwe amede kirin.Wekî karê malbatê; pismam, xwarzê, heval û temenmezinan alîkariya min kirin. Bû wekî zibarê, herkesî bi dilê xwe beşdarî kir. Ji  ber vê yekê meseleya aborî jî nebû barekî giran. 

Can Dundar û hinên din ji bo belgefîlmê Îsmet Înonu çêbikin 15 meh xebitîn, li TR û derveyî TR'yê li 24 arşîvên welatan li dor 3 hezar wêneyan mêze kirin û ew qas jî dokumentan… 

Erê, lê Tirkiye dewlet e, arşîv, pirtûkxane û dezgehên wan ên perwerdehiyî yên bi sed salan hene. Derfet û çavkaniyên me bi sînor in. Elî Herîrî li gor hin lêkolînan di sedsala 12‘an de jiyaye û wekî şaîrê kurmancî yê yekem tê nasîn. Min karî şeş helbestên wî peyda bikim. Li gor hin lêkolînvanan 14 helbestên wî hene. Gelek caran heke mexlesa Elî yan jî Eliyo di nav helbestê de derbas bûbe, wekî helbestên Elî Herîrî têne hesibandin. Min hewl da xwe bigihînim hemû agahiyên derbarê zanyarên me de yên li welêt, welatên cîran, li Rusya û Ewropayê. Lê ji hemû hêlan ve derfetên me bi sînor in.

Baş e, wê çaxê em hemû bêderfetî jî bidin ser, ji bo dokumentên em saz dikin em dikarin bibêjin "Erê têrê dike, li gor dil e?" yan em dikarin çi bibêjin?

Ez ê bi awayekî klasîk gazindên rasteqîn li gor ezmûnên xwe yên ez jiyam bikim. Lê divê em afirandina derfetên xwe jî hepis nekin. Di aliyê qiyasekirina yên me û yên wan ji ber derfetan ferqek mezin heye. Em ne serbixwe ne û şerek li welatê me heye. Dezgehên me yên rewşenbîrî pir hindik in, arşîva me qels û belav e. Heke dokumenter li ser sedsalên derbasbûyî bin, gelekî zehmet e. Wê demê alfabe bi tîpên aramî ango erebî bû. Berhem bi piranî bi farisî, erebî, osmanî û hindik jî bi kurdî hatine nivîsîn. Alimên kurdan bi çarzimanî nivîsîne. Ji xwe piraniya arşîva kurdan dibêjin hatiye şewitandin û talankirin. Wekî nimûne, dema min belgefîlmê Melayê Batê amede kir, li gundê Batê zinarek li binya gund hebû. Mamê Nuredînê ku xizmê Melayê Batê bû, got “Ez zarok bûm, agahiya ku wê leşker bigire ser gund hatibû. Di mala me de pir pirtûk hebûn. Bavê min kitêbên Melayê Batê li ber devê vê şikeftê şewitandin.”

Mixabin çend kesan ji min re behsa şahidbûna talan û şewata pirtûkên alimên kurdan kir. Mirov pir kêmasiyan dibînê û dilê mirov tam rûnane. Lê divê dîsa jî em xwe nesipêrin astengiyan û alternatîfan bibînin. Ji xwe karê dokumentran di nava me kurdan de hîna nû ye. Lê em ligel derfetên xwe yên qels jî dikumenterên baş çêdikin û dikarin profesyoneltir jî bibin.

Tê zanîn her kes nikare xwe bigihîne Stêrk TV û malpera wan jî li Tirkiyeyê sansurkirî ye. Ji bo zêdetir kes li van belgefîlman temaşe bike xebateke we ya din heye?

Gelek kesên derfetên wan ên li temaşekirina TV’yê nebû, pirsa lînkê dikirin. Lê belê lînkên girêdayî Stêrkê li Tirkiyeyê dernakevin. Di dema pêş de ez ê rêbaza ku dokumenter li ser platformeke dîjîtal a dîtbarî werin weşandin bi kar bînim. 

Di dema lêkolîn û amadekirina belgefîlman de herî zêde çîrokan kîjan pêşengê me bandor li te kir? Û çima?

Hilbijartina navekî  pir zehmet e. Wekî mînak, Ehmedî Xanî xwedî hizreke felsefîk e. Civaka kurdan analîz kiriye. Di persektîf û vizyona wî de felata kurdan heye. Bi naverok, erdnîgarî, fizîk, teolojî,  kîmya, floklor û adetên kurdan baş bi me dide nasîn. Mirov dikeve ber pêlên deryaya wî ya hestan û di nav de noq dibe. Melayê Cizîrî li meydana helbesta kurdî mîr e. Evîna wî li hember jinê bê emsal e. Jinê li ser textê dilê xwe bi bexteweriyê tac dike. Nirxê kurdan berz dike. Nav li mîrên kurdan dide, ji bo ku Kurdistan serbixwe bibe û xaka wê fereh bikin. Feqiyê Teyran evîndarek platonîk e. Ligel xwezayê ye, bi mecazî Çemê Dîcleyê radiwestîne. Mele Mehmûdê Bazîdî xwediyê vîzyonek bêhempa ye. Arşîva kurdan kom dike û radestî Aleksandar Jaba yê ku wê demê seferatê rûsî ye dike. Ew ji wê yekê wekî rizgarkerê wêjaya kurdî tê pênasekirin. 

Lê divê di dawiyê de bibêjim jî ku çêkirina van dokumenteran di karê min ê wêjeyê de, heta di jiyana min de, karê herî zahmet bû. Di dema wî karî de belayê mezin hatin serê min. Di dema gera ji bo berhevkirina dîmenan de ez bûm şahidê gelek trajediyan û carnan ez û mirin nêzîkî hev dibûn. Lê di aliyên din de xebata van dokumenteran ji bo min karê herî min jê heta niha hezkirî ye. Deyndarê wî yekê me ku spasiya her kesên ku ji bo çêkirina wan dokumenteran bûne alîkar. Divê li vir jî bi taybetî spasiya birayê xwe Zekî Ozmen, kameravan Emîn Bal ku pir bi vê xebatê re westiya û montajkar Şêrok yê ku hevkariyeke gelekî baş a vî karî kir, bikim.

***

Rûkiye Ozmen kî ye?

Rûkiye Ozmen li gundê Emerînê yê Cizîra Botan hatiye dinê. Di sala 1990'ê de ligel malbata xwe çû Almanyayê. Ji 1996'an û pê de nivîsên wê di rojname û kovaran de derketin. Her wiha sê salan di radyoyeke herêmî de bernameyên kurdî yên radyoyê jî çêkirin. Salên derbasbûyî du serdaman di rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Almanyayê ya li Kolnê de cih girt. Di Stêrk TV de di navbera salên 2013-2015'an de bernameyeke bi navê Asoyên Binevşî derberê wêjeyê de ku mêvan nivîskarên jin bûn çêkir. Senaryoyeke fîlm a wê ya bi navê “Xwîna evînê“ heye. 

Pirtûkên wê: 

- Çîrokên şevbûhêrkan I (Berhevkarî)

- Çîrokên Şevbûhêrkan II (Berhevkarî)

- Wêneyên Bîranînan (Helbest)

- Soro (Çîrokên zarokan).

Belgefîlmên wê:

1- Belgefîlmê Ehmedê Xanî

2- Belgefîlmê Melayê Cizîrî

3- Belgefîlmê Feqiyê Teyran

4- Belgefîlmê Elî Herîrî

5- Belgefîlmê Melayê Bateyî

6- Belgefîlmê Mele Mehmûdê Bazidî

7- Belgefîlmê Şêx Evdirehmanê Axtepî

8- Belgefîlmê Pertew Begê Hekarî

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hevkariya Ked û Azadiyê starta têkoşînê da dest pê kirin

ad

Bi kayûmê dest danîn ser Şaredariya Qaxizmanê jî

ad

Çenteyek bi meaşê salekê!

ad

Murathan Mungan li BDP'ê dersê dide

ad

Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê-2

ad

Roja ku li bendê bûn bê berdan, mir!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname