logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  3. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Peykertiraşa kurd Hîvî Pêl û hunerê peykertaşiyê

Hîvî Pêl wekî şêwekareka jin li Înstîtuta Punerî ya Duhokê sala 2008’an xwendina xwe bi pileya yekê bi dawî kiriye. Ew,

  • Dîrok: 12/04/2011
  • Beş: Serbest

Fehmî Balayî - Berlîn

Hîvî Pêl wekî şêwekareka jin li Înstîtuta Punerî ya Duhokê sala 2008’an xwendina xwe bi pileya yekê bi dawî kiriye. Ew, bû yek ji xwendekarên sereke ku ji aliyê mamosta û hevalên xwe dihate hez kirin, her wiha ji ber çalakî û şiyanên we yên hunerî bawernama rêzgirtinê li ser peykertiraşiyê wergirtiye û bi dirêjiya jiyana xwe ya hunerî beşdarî gelek çalakiyên hunerî bûye. Wekî sala 2004’an pêşangeha Duhokê, 2007 peykerên Befrîn li Duhokê, 2007 Festîfala Herêmî ya şêwekarî li Silêmaniyê 2007, pêşangeha grop li galeriya Şehîd Selman li Duhokê, 2010 pêşangeha hunermendên Duhokê li Hewlêrê galeriya Midia, 2010 pêşangeha hunermendên Duhokê gera 9’ê li Galeriya Duhok, 2011 Gera 10’ê ya hunermendan li Galeriya Duhokê. Her wisa beşdarî projê panorama Azadî bûye û projê sozeka bê sînor li Înstîtuta Hunerî ya Duhokê, niha jî berdewam e li ser kar û xebatên hunerî li Galeriya Duhokê wekî hunermendek a aktîv kar dike.

Dema mirov li karên hunerî û roşnibîrî dinêre, wê ji bo me diyar be ku hemû huneran pêwendiyek a rêjeyî digel yek du heye. Lê digel hindê jî hind cudayî di navbera hemû huneran da heye ji aliyê pêkhat, metiryal û regezan. Ji ber vê jî peyker cudaye ji hunerên din ji ber ku, pêwendiya peykerî ne mîna hunerên dî digel şêwên endazeyî yên wekî lakêşe û formên dî hey, lê ji formên diyar û berz pêk tên.

Peyker xwe bi wê yekê ve girê nade ku bi rêya dîtinê mirov hest bi bedewiyê bike belkî bi rêya destlêdan û bizava destê kesê afirîner girîngtirîn rêke ji bo veguhastana hestên hunerî yên berz. Ji hestkirnê ber bi karînana metiryalan ji bo me hind formên riyalîtê vedgohêze.

Peykertaşa kurd Hîvî Pel ji bajêrê Duhokê ye, başurê Kurdistanê herêma Behdînan, li sala 2008‘an da xwendina xwe ya hunerê peykertaşiyê bi projê bi navê (Sozeka bê sînor) li Înistîtuta Hunerî li Duhokê bi dawî anî. Em hêdî hêdî dê şirova qunaxên peykertaşiyê bi xwendevana deyne naskrin û berhemên Hîvî xanê bi xandinek zanistî şirovekin. Berî em bêne ser peykerên hunerî yên Hîvî xanê divê li pêşyê peywendiyên vî hunerî bidîn naskrin û çawa cihê xwe di nava cîhanê û jiyanê da kiriye. Pêwendiya peykerî di kevinda digel avahî hebûye û dikevin da ji bo bîrhatinan, nemirî, xerîzên dîrokî û xerîzên olî bi kar tê gelek caran ji bo tomarkirina babetên rojane û hind kevneşopiyan bi kar tê. Mirov dikare peykerî jî li ser çend şêweyan dabeş bike wekî: Peykerê serbixwe; ev peykere ji hemû aliyan ve dihêt dîtin û peykerê bariz. Ji bo çêkirna peykerî gelek xamat bi kar tîne wekî; Terracotta ku kevintirîn made ye di çaxên berî dîrokê ji aliyê Misriyên kevin, Grîkan, Roman û gelên Îndî bikar dihat ji axê çêdkir û di nava çarçovekê me'denî da bikar dihat.

Bronze: Piştî demekê dirêj ji karînana teqnê Broniz diyar bû ev metiryale vedgere 3.000 salan B.Z heta hezar salan berî zayînê.

Nhas Brace Misê sur, Misê zer, Hesin, Elemnîwm, Dar, Ber û..hitd. Peyker jî wekî tabloyê şêwekarî pêdivî ronahiyê bu bi taybetî peykertiraşên Girîk û Roman di serhildanê de peyker nîverû têla da ku ronahî bandora xwe li ser bike li ser pêlên nazik diyar bibît û hestên mirovî bi rêka ronahiyê ber bi tiştekî  balkês biçe.
Peykertiraşê Frensî (August Rudan 1840-1917) hevçaxê Mune diyarda ronahiyê li ser berhemên xwe diyar di kir. Demê mirov hevbendiyê digel çaxê  Bronzî û peykerên Dega da diket bi taybetî (semakerên di çardî da) yê sala 1976‘an çêkirî wî serûçav rengîn kirîne û cilên sirûştî li ber kirîne, ev jî xalek derbazbûnî ye ji siruştî ne lêkolîneke hundirîne belkî formek sembolîk e, armanc  jê ew e ku bala bînerî bi xwe bikêşe, eger em li peykerên rûdanî binêrîn ew pitir remzî bû ji siruştî, lê Mîdar Ruso peykertaşekî sirûştî bu di ronahîyê da hesas bû wî peyker ji Teqnê, Gêçî û şemalkê çêdikirin ji ber van nûyatiyan peykerê rojava sala 1905-1920  ji kom bûn serhev ên hûndirîn ên rojava derket û ber bi peykerê nûdem çû. Eger em li dîroka Rojhilata Navîn bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî binêrîn, piştî şaristanyên Mezopotamya peyker gelek li vê herêmê pêşde neçû, bi taybetî piştî hatina dînê îslamê û qedexekirina peykerî rê li ber gelek peykertiraşên navdar girtin ku ji vî  hunerî dûr bikevin, kesên wekî Bekirbegê Erizî, Osman Beg û...td. Ji aliyê din girêdana pêwendiyên cvakî bû bi taybet civakek gundî, feodalîzm û dûrî bajêrvaniyê rê li ber peykertaşî bi giştî û peykertaşa jin bi taybetî girt. Lê ji ber diyardên nû di cîhana îro da û cîhangîriya hemdem bi rêya hebûna saziyên hunerî û kanalên asîmanî, computer û teknîka nû kurd jî fêrî hind tiştên nû bûn û hind gavên destpêkê ber bi pêş havêtin, kesatiya mirov û ya jina kurd gelek caran sînorên hizrî bezandîne û xwe gehandiye hêviyên xwe, ev jî sîstemê jiyanê ye di piraniya civakan da ev yeke peyda bû dema hunermendê Frensî Mane sala 1863 tabloyê  (Xarna li ser gyay) nîşaday bo cihê êrîşên gel lê li dawiyê ew tablo ji bo şoreşa nûdem ya şêwekariya rojava.
Hîvî Pêl wekî keçeka kurd û di civakek kurdistanî da şiyaye gelek sînorên hizrî û hunerî derbaz bike, bi taybetî ji nebûna metiryalê pêdivî, muzexaneyên hunerî û rexnegir û piştevaniyek pêdivî şiyaye bibe evîndara afirandina berhemeke hunerî ya gelek bi zehmet û gelek balkêş. Kevirên herêmê bi peykerên şaristaniyetên berî zayînê hatine nexşandin. Ji ber van peykeran arkologên biyanî dîrok û şaristaniya her gelekî diyar kir, divê em jî dîrok û kevriên xwe bi peykeran binexşînîn. Peykerên Hîvî xanê rêalîte ne û girîngî daye şêwê pêkhata vîgoran bi taybetî rêalîteya Kurdistanê nîşan dide hind caran dixwaze ber bi peykerê Abistrakt (ticrîd) î biçe û wekî Rudan û peykertaşên siruştiyan bandora ronahiyê li ser hind beşên peykerî diyar bike û bala bînêrî bikişîne, lê ji ber ku wê dixwest babetekî di pêkhata peykerî da vegêrîne xwe di nava çarçova babet û formê pêkhatî de dibîne. Ji ber nebûna rexnegir û xandinên hunerî li ser bingehek zanistî wênê rêalîte û babet liser şêwê hunerî zal bûye. Lê ji ber hêza ku di singê Hîvî xanê da wê evîna xwe hemû di hestkirnên destî de bi alîkariya hizr û tilên xwe tiştek dinavbera xwe û metiryal yan
 
Maddê peykerî da ne hêlaye bi tenê hzirkirna bînerî nebe. Lewma peyker bûye beşek ji kesatiya Hîvî xanê û ew rojane xwe di nava van berheman da dibîne û bûye hêzek di sîngê wê de lewma dema ew mijûlî çêkirina peykerî dibe, tiştekî li dora xwe nabîne, wext û hêviyên xwe hemûyê bi vî karî ve girê dide û danûstandinê digel dike her ji çêkirna teqnê ta ku hemû qonaxên pêkhata peykerî ji ber wê jî ew çaverê ye berhemeke hunerî ya berz biafrînîe û bandora xwe li ser hestên bînerî bike wekî di van mînakên jêrî da diyar e.
   

 

Proja derçûna peymangeha hunerên ciwan li Duhokê, sala 2008'an bi navê "Sozek a bê sînor"

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

DYA: Em referandûma serxwebûnê nas nakin

ad

Emê ji kê bawer bikin?

ad

Li ser aboriya Tirkiyeyê sê nûçe

ad

Putinî daxwaze parastina heta hetayê îmze kir

ad

Îtîrafkarî qala veşartina cenazeyê Narîn Guranê kir

ad

Li qûntara Çiyayê Cûdî bi hezaran berû çandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname