Diyarname
Dê hemû mebûs beşdarî BDP'ê bibin? BDP ber bi kongreyê ve diçe lê kongreyeke çawa?
Di hilbijartina 12'yê pûşperê de Hevserokên BDP'ê yên berê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak jî têde bi dehan rêveberên BDP'ê ji partiyê îstîfa kirin û di bin Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê de ketin hilbijartinê. Blok bi derxistina 36 mebûsan bi ser ket. Niha jî BDP xwe amade dike ku kongreya xwe li dar bixe û nexşerêyeke ji bo siyaseta nû amade bike.
Ji 36 mebûsên heyî Leyla Zana, Ahmet Turk û Aysel Tugluk ji ber qedexeya siyasetê ya li ser wan nikarin bibin endamên partiyekê. Levent Tuzel (EMEP) û Şerafettin Elçi (KADEP) jî îhtîmal e beşdarî partiyên xwe bibin û li bendê ne ku mebûsên din ku derketine beşdarî BDP'ê bibin. Ev nav bi awayekî fermî beşdarî BDP'ê nebin jî di karê meclisê de dê bi hev re tevbigerin.
Di rewşeke wisa de bi van mebûsan BDP dê kongreya xwe çêbike û ji bo kongreyê dîroka nava tîrmehê dixuye.
Di kongreya awarte de dê BDP'ê dê hevserokên nû hilbijêre. Ji bo hevserokatî dîsa li ser navê Selahattin Demirtaş axaftin têne kirin, her wiha ger pirsgirêk nîn be navê Hatip Dîcle jî derbas dibe.
Di kongreyê de BDP'ê ji bo serdema nû û siyaseta nû dê nexşerêyeke jî amade bike.


