Diyarname
Heta niha gelek malperan nûçeyên me bêyî çavkanî nîşan bidin bikar anîbûn, me gelek hişyar kiribûn. Niha yeka din li wan zêde bû: Sahartv.
Sahar TV li Îranê weşanê dike. Beşa wê ya kurdî jî heye. A rast me zêde guh nedida, lê me mêze kir nabe..
Nûçeya me ya li ser Dilopê, Nûbiharê, Bîrnebûnê, li ser festîvala Edene, Antalya, nûçeya li ser teknîk dîrektoran, li ser qedexeya konserê, li ser girtina Hozan Bengî, li ser wefatan... Yanê gelek nûçe...
Ji îro heta nêzî mehek berê me li hin nûçeyan mêze kir, tam 15 nûçeyên me girtine weşandine û tenê di nav wan de di diduyan de gotine "Li gor rapora Diyarnameyê" û di yên din de na...
Bi rastî ev ne tiştekî xweş e. Bila bê zanîn ku em kedê didin û ne tiştek xweş e hinên din keda me wekî ya xwe ligel xwendevanên xwe parve bikin.
Em hêvî dikin dê Sahartv êdî tiştek wisa neke û ger nûçeyê ji malpera me bigire jî çavkanî diyar bike.


