Diyarname
Li Paytexta Fransayê Parîsê mamosteyekî li dibistanê ji kovara Charlie Hebdo karîkaturên Hz. Mihemed nîşan da. Xwendekarekî wî serê wî jêkir û ew kuşt.
Roja 16'ê mehê saet li dor 17.00'an bûyer pêk hat. Li nezî dibistana li Conflans Sainte-Honorine ku li bakurêrojavayê Parîsê ye bûyer qewimî. Piştî bûyerê bersûc ji aliyê polîsan ve hat kuştin.
Gotiye 'Allahû Ekber' û êrîş kiriye
Televîzyona Fransiz diyar kir ku bersûc 18 salî bû û ji berê de qeyda wî li cem beşa têkoşîna bi terarê re hebû. BFMTV jî diyar kir ku bersûc li Moskovayê hatiye dinê, wekî "Allahû Ekber" qîriyaye û êrîş kiriye.
Rojnameya Figaro jî bi ser agahiyên hêzên ewlehî re nûçe saz kiriye û gotiye ku ew kesek misilman ê bi eslê xwe rus bû, di ala 2002'yan de li Moskovayê hatiye dinê, li herêma Eragny endamê çeteyekî bû û ev çete li cem qolîsan wekî "olperestên radîkal" hatiye qeydkirin.
Ji aliyê Serdozgeriya Antîterorê di vî warî de lêpirsîn hatiye dest pê kirin.
AFP'ê agahî dan
Ajansa fransiz AFP'yê agahiyeke wisa weşand: "Mamosteyê 47 salî li polê berî karîkaturên Hz. Mihemed nîşan bide ji xwendekarên xwe yên misilman re gotiye yên dê aciz bibin dikarin derkevin derve. Li ser vê 5'ê mehê hin malbatên xwendekaran giliyê mamoste kiriye.""
Wezîr daxuyanî da
Wezîrê Perwerdehiyê yê Fransayê Jean-Michael Blanquer ji ser twitterê re got, "Komar rastî êrîşê hatiye. Îşev mamosteke ku ji bo Komarê xizmet dikir rastî êrîşeke xirab hatiye. Yekîtî û biryardariya me tekane bersiv e ji bo terora îslamparêzan. Emê rûbirû bibin."
Serokomar çû dibistanê
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ligel Wezîrê Perwerdehî Blanquer û Wezîra Hemwelahiyê Marlene Schiappa çû Conflans-Sainte-Honorine. Li Meclisa Fransayê mebûs li ser piyan sekinîn û bûyer şermezar kirin.


