Diyarname
Peyva herî dijwar ev e herhal: Sipasî û bi xatirê we. Weşaneke bi çi hestî vê tîne ziman?
Rojnameya "News of the World" a Îngilistanê ku roja yekşeman derdiket û rojnameya bi tîraja herî bilind bû cara dawî derket û deriyên xwe girt.
Rojnameya tabloît a 66 rûpelî ku ev 168 sal in weşanê dike, di hejmara xwe ya dawî de sernavê "Sipas û bi xatirê we" bikar anî û wisa nivîsî: "Piştî 168 salan, em xemgînî lê bi serbilindî ji 7,5 mîlyon xwendevanî xatir dixwazin."
Rojaneya hejmara xwe ya 8674'an a dawî derxist û di manşetê de hin wêneyên hejmarên berê weşand.
Rojname ji ber bûyera ku bi dijî ji telefona yekê lê guhdarî kiribû û bûbû sedema skandalek xwediyê rojnameyê Rupert Murdoch ew girt. Li ser vê bûyerê jî rojnameyê di vê hejmara xwe ya dawî de wisa got: "Bi awayekî derveyî zagonî li telefonan hat guhdarîkirin û ji ber vê yekê em xemgîn in. Ev yek nikare bê parastin. Serokwezîrê Îngilistanê David Cameron li ser îdîayên guhdarîkirina telefonan du lêpirsînên serbixwe dane dest pê kirin. Xebatkarên jîr, yên tenê karê xwe dikin, yên serbilind ên vê rojnameyê ketine bin barên çend kesên ku xeta kirine."
Tîraja wê 2,6 mîlyon bû
Hejmara dawî bi buhaya 1 sterlîn (Nêzî 2,5 TL) hate firotin û hatina ku ji hejmara dawî hatiye bidest xistin, hate gotin ku dê diyarî saziyên alîkarîxwaz bikin. Her wiha tevî hejmara dawî paşgoyek bi 48 rûpelî ku têde hin manşetên berê hebûn jî wekî 'paşgoya bîranînê' hat weşandin.
Rojname tîraja wê 2,6 mîlyon bû û dahatûya ji reklaman a salane 40 mîlyon sterlîn bû. Berî ku rojname ji aliyê xwediyê wê Murdoch ve bê girtin gelek fîrmayan ragihandibû û gotibû ku ji ber bûyera skandal dê reklamê nedin rojnameyê.
"News of the World" yekemîn car di sala 1843'yan de hat weşandin û patronê niha Rupert Murdoch di sala 1969'an de ev rojname kirîbû. Serokatiya Lijneya Weşanê ya rojnameyê kurê Murdoch, James Murdoch dikir.
Rojname bi çi tê sûcdarkirin?
Keçika 13 salî Milly Dowler ku 9 sal berê winda bû û paşê laşê wê hate dîtin; qurbahiyên di 7'ê tîrmeha 2005'an de li Londanê di encama bûyereke terorî de hatin kuştin, xizmên leşkerên Îngilistanê yên li Iraq û Afganistanê... Tê îdîakirin ku rojnameya "News of the World"ê li telefona van bi awayekî dizî guhdarî kiriye û bi vê tê sûcdarkirin.
Di bûyera Dowler de, tê îdîakirin ku rojnameyê peyamên bi deng şandine telefona wê û dema peyamdank tije bûye hin peyam jê biriye.
Ji 2006'an ve didome
Pêşî di sala 2006'an de hatibû îdîakirin ku rojname li telefonên hin hunermendên navdar, siyasetmetdar û hin malbatên kraliyetê guhdarî dike. Ji bo ku manşetên balkêş derxe holê rojnameyê bi awayekî dijî li telefonên mirovan guhdarî kiribû û ev yek bûbû sedema reaksiyonan.
Şîrketa patronê rojnameyê Murdoch a bi navê "Newb International" li Îngilistanê xwediyê rojnameyên The Sun, The Times, The News of the World û xwediyê sedî 39 ê kanalê SKY ye.
Berî bûyer derkeve holê hikumetê jî bi awayekî erênî lê dinêrî ku Murdoch temamê kanala dîjîtal a peykê BSKybê bikire. Tê gotin ku ev daxwaza Murdoch ketiye talûkeyê.


