Diyarname
Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) kesên dê Xelatên Azadiya Çapemeniyê yên 2011'an bide wan diyar kir. TGC ku her sal di warê "Kes" û "Sazî" de xelatê dide îsla biryar da ku di warê 'kes'î de xelatê bide rojnameger Ercan Îpekçî û Ahmet Şik, di warê sazî de jî bide Platforma Azadiyê ya ji bo Rojnamegeran.
Juriya TGC'ê roja 13'yê tîrmehê li avahiya TGC'ê ya li Cagologluyê hat ba hev, ji bo Serokatiya Lijneya Bilind a Neqandinê Altan Oymen, ji bo Sekreterî jî Huseyin Irmak hilbijart. Paşê dest bi nirxandina li ser berendaman kirin.
Lijneyê di encamê de ji bo xelata Azadiya Çapemeniyê rojnameger Ahmet Şik (ku niha girtî ye) û Ercan Îpekçî guncav dîtin. di warê "sazî" de jî Platforma Azadiyê ya ji bo Rojnamegeran ku 94 sazî di bin banê wê de cih digirin guncav dît.
Xelat roja 24'ê tîrmehê saet 19.30 de li Hasbahçeya Qesra Dolmabahçeyê bê dayîn. TGC ji sala 1989'an ve her sal vê xelatê dide.
TGC'ê par ev xelat di warê "Kes"an de dabû rojnameger Sedat Ergîn, Îrfan Aktan, Îsmail Saymaz û Vedat Kurşun; di warê "Sazî" de jî dabû BÎANET'ê.


