Diyarname
Pirtûka çîrokan a bi navê "Hilmek Jiyan Hilmek Mirin" ji Weşanên Na derketiye. Çîrokên Orhan Çaçan hem mirin, hem jî jiyanê di nava xwe de dihebînin.
Orhan Çaçan di sala 1974'an de li gundê Çorsene ya Tetwana Bedlîsê hatiye din. Ew ji sala 1991'ê ve dikeve nava xebatên siyasî, çend caran tê girtin û berda, lê her dixebite. Herî dawî di sala 1999'an de tê girtin û ji wê rojê de girtî ye. Cezaya muebedê lê hate birîn. Orhan Çaçan li girtîgehê xebatên xwe yên nivîsê didomîne. Li ser çîrokê jî, her wiha li ser dîrokê jî dinivîse. Ev pirtûka çîrokan "Hilmek Jyian Hilmek Mirin" wî li girtîgehê nivîsiye û pirtûk bi keda gelek kesan heta çapê û paşê heta ber destên xwendevanan hatiye.
Di pirtûkê de 6 çîrok hene. Ew di çîrokên xwe de rastiya jiyanê digire dest, lehengên ji rêzê lê çîrokên balkêş. Carinan lehengê xwe bi Benê Sor tîne pêş xwendevanan, carinan Zeryaya ku dil berdabûyê lê encamek trajîk; carinan lehengan dikizirîne, mirinan, êşan tîne ber çavan... Ji çîrokan diyar e wî bûyerên serdemekê bi zimanê çîrokî pêşkêş kirine û ji bo xwendinê dane ber destê xwendevanan.
- Hilmek Jiyan Hilmek Mirin/ Orhan Çaçan / Weşanên Na / Çîrok /85 Rûpel / 2016
***
Not: Pirtûkên ku demek berê çap bûne lê gelek dereng gihîştine ber destên me, yan me ji bîr kirine, yan jî em bixwazin bi taybetî derxin pêş, pirtûkên kevn, bi vî rengî carinan emê nûçeyên wan pêşkêşî we bikin.


