Diyarname
Fîlmê Lutfi Akad "Haydutlar Kanunu" ku Yilmaz Guney têde lîstiye dê 48'emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê de bê nîşandayîn.
Festîvalê du fîlmên kevn jî girtin bernameya xwe. Di nav van de "Haydutlar Kanunu" ya Lutfi Akad ku di sala 1966'an de hatiye kişandin ji nav arşîvê tê derxistin û tê nîşandayîn. Tevî vê fîlmekî din ê kevn, fîlmê derhêner Fret Van Bohlen-Hegewald ê bi navê "Kalabaka" ku di sala 1930'yî de hatiye kişandin dê bê nîşandayîn. Ev fîlm hatiye restorekirin û bi vî şiklê xwe yê restorekirî dê bê nîşandayîn.
Yilmaz Guney bi vê xelat girtibû
Di "Haydutlar Kanunu" de Hidir (Yilmaz Guney) ji bo nebe qaçaxçî ber xwe didek, lê li hemberî şert û mercan nikare û dest bi qaçaxçîtî dike. Fîlm çîroka Hidir nîşan dide. Di sala 1967'an, di Festîvala Porteqala Zêrîn vî fîlmî Xelata Fîlmê Dramayî yê Duyemîn girtibû, Yilmaz Guney jî Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girtibû. Digel Gune, kesên wekî Erol Taş, Pervin Par, Tuncer Necmioglu û Tuncel Kurtiz jî têde dilîzin ku Kurtîz îsal di festîvalê de dê "Xelata Rûmetê ya Serketina di Hemû Jiyanê de" bigire.
Di pêşengiya derhêner Fatih Akin de fîlm hat restorekirin û di 64'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de hat nîşandayîn û bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ma.
Fîlmên Muhsin Ertugrul hatibû nîşandayîn
Festîvala Porteqala Zêrîn par bi navê "Pelikulun İzinde" beşeke dabû dest pê kirin û di vê beşê de dest bi nîşandayîna fîlmên kevn kiribû. Par fîlmê Muhsin Ertugrul ê winda bûyî "Kara Lale Bayrami" ku di sala 1918'an de hatibû kişandin û çend fîlmên biyanî hatibûn nîşandayîn.
Festîvala Porteqala Zêrîn ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ve tê amadekirin û îsal festîval dê di navbera 8-14'ê kewçêrê de li dar bikeve.


