Diyarname
Di dema ku kurd ji bo hînbûna zimanê xwe zêde tiştek nakin de binêrin xelk çi dikin...
Li Îngilistanê xwendekareke ji bo zimanê Koreyê wekî zimanê xwe yê zikmakî baş biaxive, zimanê xwe emeliyet kir û hinek dirêj kir.
Keçika bi navê Rhiannon Brooksbank-Jone (19 salî) dixwaze piştî zanîngehê xelas bike li Koreyê bijî û niha li ser zimanê koreyî diaxive. Lê di anîna ziman a hin peyv û gotinên wî zimanî de zehmetî dikişîne. Ji bo vê yekê biryar daye ku zimanê xwe emeliyet bike.
Rhiannon Brooksbank-Jone di zimanê Koreyê de bi taybetî peyvên ku têde "L" derbas dibe de zehmetî dikişand û dixtoran jêre got ku ji ber zimanê te kin e tu di vegotina van peyvan de zehmetî dikişînî.
Li ser vê, wê jî biryara emeliyetê da. Di emeliyetkirina zimanê wê de parçeyeke çerm ji laşê wê hat girtin û bi zimanê wê ve hat kirin, bi vî awayî ziman hinek dirêj kirin. Rhiannon Brooksbank-Jone ku xwe wekî "ez li mikemeliyê digerim" bi nav dike wisa dibêje: "Dibe ku ev wekî tevgereke ecêb bê dîtin. Lê ez dixwazim her tişt mikemel be. Berê emeliyetê min wekî biyaniyekê bi zimanê koreyî xeber dida, niha ez wekî koreyiyekê bi devoka koreyî diaxivim."
Rhiannon Brooksbank-Jone niha dixwaze ji dersa koreyî nota "A" bigire û dixwaze li Zanîngeha Sheffieldê li ser Koreyê bixwîne.
Diya wê Fiona jî li ser wê wisa gotiye: "Ew biryara çi bide miheqe dike."



