logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Ji te re çi!

Malpereke kurd gotiye: "Gelo wê BDP di derbarê Bengi Yildiz de çi biryarê bide?" Em jî dibêjin ji te re çi?!

  • Dîrok: 27/08/2011
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Malpereke kurd gotiye: "Gelo wê BDP di derbarê Bengi Yildiz de çi biryarê bide?" Em jî dibêjin ji te re çi?!

Emê di vê nivîsê de li ser vê meseleyê rawestin:

Mebûsê BDP'ê yê Batmanê Bengî Yildiz li Bodrûmê di betlaneyê de wêneyên wî û yê jineke (miheqeq hin wêneyên din jî hene, lê ev derxistine pêş) kişandin û weşandin. Rojnameya ku weşandiye rojnameyeke tirkan TAKVİM e. Piştî vê hin rojnameyên din ev weşandin. Takvim wisa rojnameyeke ku hem tiştên magazînî diweşîne, hem jî her tiştê li dijî kurdan, bi awayê herî tûj.

Takvim tişteke dijî kurdan biweşîne tişteke normal e lê malpereke kurdan, ya bi kurdî bi navê AVESTAKURD vê biweşîne, bêyî ku cih bide gotinên Bengî ne tişteke normal e.

Bengi Yildiz di 17'ê vê mehê de li Bodrûmê bûye. Û wêne, wê demê hatine kişandin, piştî çend rojan di çapemeniya tirk de hatin weşandin. AVESTAKURDÊ di 26'ê vê mehê de ev nûçe weşand:

NÛÇEYA AVESTAKURDÊ

"Avestakurd - Parlamenterê Kurd yê Batmanê Bengi Yildiz li Bodrumê bi jinekê re hate dîtin.

Bengi Yildiz got, ew geşteke malbatî bû. Lê belê jina wî ji medya Tirkiyê re axifî û got ew ne geşteke malbatî bû û ew wê jina bi hevserê wê re nas nake.

Ev çend rojin medyaya Tirk li ser Bengi Yildiz dinivisîne û dibêje ku ew li Bodrumê bi jinekê re bû û ew jin jî ne jina wî bû.

Heta niha BDP tu daxuyaniyeke fermî nedaye, lê belê ew li bendê ne ku Yildiz bi xwe di derbarê wê bûyerê de tiştekî aqilane bibêje û daxuyaniyekê bide.

Bengi Yildiz yek ji wan kesên radîkal dihate naskirin û gelek caran bi keviran êrîşî polîsan kiribû.

Li aliyê din rojnameya Batman Post li Batmanê derdikeve nivîsand ku xelkê Batmanê ji dîtina Bengi Yildiz bi awayekî dizî û veşartî bi jineke xerîb re nerazî ye û gelekî aciz e."

Pêşî, AVESTAKURD ji te re çi?

Dûre, ma tu nizanî her tiştê çapameniya tirk dinivîse ne rast e? Heta kengê hûnê her nûçeyên çapemeniya tirk bigirin û biweşînin? 

Di nûçeya xwe de tu qala "Batman Postasi" kiriye. Ger bi rastî te "Batman Postasi" xwendibe, te çima cih neda gotinên Bengi Yildiz ku Yildiz li wir (roja 24.08.2011) li ser meseleyê axiviye?

Çapemeniya tirk helbet dixwaze dubendiyê bixe navbera mebûsan jî, malbatan jî, tu çi dixwazî?

GOTINÊN YILDIZ LI SER MESELEYÊ

Û vaye ji we re gotinên Yildiz ku di Batman Postasi de hatin weşandin (24.08.2011):

"Ji bo daweta dostekî malbata me ez çûm Bodrumê. Tevî wan em çûn behrê, behra ku her kes diçe. Em siwariya keştiya ku her kes siwar dibe bûn. Di birîna mehrê de ez şahid bûm. Lê di wêneyan de wekî ku têkiliyeke ne meşrû hebe, pêşkêşkirineke bêehlaqî hate kirin. Di nûçeyê de gotine 'cihê tirkên sipî'. Gelo em jî dibin 'kurdê sipî?' Ma emê neçin wê derê? Pêşkêşkirina nûçe û wêneyan derveyî ehlaqî ye. Wekî ku em di yatên (keştiyên buha yên dewlemendan) luks ên mîlyon lîrayan de jiyana xwe derbas dikin hatiye pêşkêş kirin. Ew keştî, keştiyeke gerê bû û 150 kes têde hebûn. Xwedî jî hevalekî me yê batmanî bû. Di wê keştiyê de 150 kes hene. Min tevî 150 kesî meqarne xwariye. Ev betlaneyeke malbatê bû."

Her wiha Yildiz li ser jina ku di wêneyan de pêre bûye jî wisa gotiye: "Navê wê jina di wêneyan de Deniz Uyan e. Temamê malbatê niha li cem min e û hemû jî li ser vê nûçeyê xemgîn bûn."

De fermo Avestakurd, tu yê ji bo vê agahiyê çi bibêjî?
Tu çima dikevî dû çapameniya tirk?
Çapemeniya tirk kengê tiştek baş li ser kurdan weşandiye?
Tuyê kengê tiştek baş biweşînî?
Em bibêjin hûn ji Bengi Yildiz hez nakin (hûn ne mecbûr in hez bikin), li gor etîka rojnamegerî qet nebe gotinên Yildiz jî bidin bila xwendevan ji xwe re bikeve nav nirxandineke.

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 21 04 2026

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

news
  • 19 03 2026

Li Qamişloyê kovareke bi navê “Soryaz” dest bi weşanê kir

news
  • 10 03 2026

Nûbihareke nû li ber destên xwendevanên xwe ye

news
  • 25 02 2026

'129 rojnameger hatin kuştin'

news
  • 13 02 2026

Kovareke nû ‘Kewar’ê dest bi weşanê kir

news
  • 11 02 2026

Kerem bikin, bi 'Peyvname'yê bilîzin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

2 meh ceza li Nûçe Tv û MMC birîn

ad

GOG’a 3'yan derket

ad

Em herî zêde zebeşê dixwin, çay vedixwin

ad

Berendamên CHP'ê yên bajarên kurdan

ad

Lêkolînek li ser kurdên Kafkasyayê 'Şedadî' derket

ad

TYB'ê Xelatên Xelata Azadiya Fikir û Ramanê belav kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname