Diyarname
Lijneya Televîzyon û Radyoyê ya Danîmarkayê li televîzyonên Şîrketa Mesopotamia yên bi navê Nûçe TV, MMC û METV (Mezopotamya TV) du meh cezayê rawestandina weşanê birî.
Lijneyê got ku wan "berpirsiya tomarkirin û arşîvkirina bernameyên ku diweşîne neaniye cih" loma ceza li wan birî. Lijne dibêje bi vê helwesta xwe wan "Pêşî li berpirsiyariya raçavkirina lijneyê girtiye".
Hate gotin ku ev ceza dê di 3'yê meha pêşiya me saet 24.00'an de bikeve jiyanê û weşana televîzyonan ji bo 2 mehan rawestin.


