Diyarname
Kovara li ser folklorê ku ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve tê amadekirin û derxistin bi hejmara xwe ya 8'an li pêşberî folklorhezan e. Kovara ku du mehan carek derdikeve bi vê hejmarê du salên xwe temam kirin.
Wekî hejmarên din di vê hejmarê de jî çîrok, destan, nivîsên li ser xwarinên kurdî, nivîsên li ser folklorê, gelek nivîsên cur bi cur cih girtine.
Ji wan nivÎsan Cemîl Şêlazî bi nivîsa "50 Rewşa folklorê li Devera Behdînanê (Ji salên heftîyan heta niha)" nivîsek nivîsandiye ku nîşeyên ji serdemeke pêşkêş dike. Dîsa Dildar Botîyî li ser biwêjên Cizîrê nivîsek amade kirîye; Surya Humanê bi sernavê "Qurmike ra çend çewtî" hin nifirên gundê xwe bi kirmanckî/zazakî qeyd kirine û nivîsîne.
Yek ji nivîsên balkêş jî ya Elîf Gune ye ku ji Midyayê leqebên Midyadê dane hev.
Ji bilî van Lehî Bohtan, Mehpûs Serhedî, Occo Mahabad, Celîlê Celîl, Ayela Zarto, Oktay Altûn, Bêrîvan Matyar, Evrehmanê Bello, Yûsif Hêşetî, Eşref Keydanî, Elîf Gunduz, Yaşar Kaplan, Mahîr Ugur, Nûredîn Vural, Mehmet Yildirimçakar, Şehrîban Matyar, Asmîn Ûyanik, Evîndar Şevîn, Jîyan Ozkan, Şemseddînê Xalitê Osmanê Berxoyî, Xecê Bîşeng bi nivîsên xwe ked dane kovarê.
Ji bo têkilî û xwestinê:
folklorame@gmail.com


