Amed
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) li Amedê 2'yemîn Kongreya xwe ya Asan li dar xist û hevserokên nû hilbijart.
Komeleyê li avahiya xwe ya li Amedê kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de raporên xebatê hatin xwendin û dûre hevserokê niha Mehmet Esen axivî û qala zordariya li ser ziman kir.
Dûre hilbijartin çêbû û Rifat Ronî û Şîlan Elmas Kan ji bo hevserokatî hatin hilbijartin.
Kan ji bo sipasiyê axivî, qala girîngiya ziman kir û diyar kir ku xebat, jiyan çiqas bi kurdî be ewê ew qabî yekîtî jî xurt be.
MA


