logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Meryem Xan di navbera berê û niha de

Vê pêlê li qeydiyên kevin ên Meyrem Xanê guhdarî dikim. Di çarçoveya projeyekê de transkripsiyona (ji hev derxistina den

  • Dîrok: 07/06/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman GULDIVÊ 

Vê pêlê li qeydiyên kevin ên Meyrem Xanê guhdarî dikim. Di çarçoveya projeyekê de transkripsiyona (ji hev derxistina deng û nivîsîna wî li ser kaxezê) wan hatiye kirin. Ez jî lê dinihêrim û pêdihisim, dewamîbûna ziman çiqasî muhîm e. Gava li deverekê qut bû, li cihekî derz ket wê dewamîbûnê, êdî em ji hev fêm nakin. Êdî ew ziman û ev ziman ne yên hev in. Di cih de wisa li cihê xwe nebêjin ev çi heleman in. Min niyet e, heta ji min tê xwe jî û yên bixwînin jî serwext bikim. 

Min got xwe jî serwext bikim, ji ber ku tişta pêşî bi min re peyda bû hîsek bû. Zarokên karê transkrîpsiyonê kirine, kurmanciyê bi kar tînin, ev diyar e. Bi kurmancî dizanin, heta xweş jî dizanin, lê mesele tiştekî din e êdî. Yan jî ji ber ku piştî hisa bi min re peyda bû, ez li ser mijarê fikirîm û pê daketim, ez wisa dihizirim. 

Naxwe mesele çi ye, çi îhtîmal hene? Min mesele bir û anî û ya bi min ne dûrî aqilan e jî ez dikarim ha halo behsa wê bikim. Ev zarokên (Ji ber ku ji min ciwantir in, dibêjin, naxwe tu niyeteke min a xirab nîn e) hanê, hem bi kurmancî dizanin û hem jî pê dinivîsin, yanî xwendeyê kurmanciyê ne. Îro gava rojnameyeke, kovareke bixwînin, gava li bernameyeke radyoyê bihisînin, li filmekî, li şanoyeke bi kurmancî temaşe bikin, bi rehetî jê fêm dikin. Lê gava li stranên kevin guhdarî bikin, yan jî li qeydiyên çîrokên kevin, gelek tiştan ji hev dernaxin. Ev gelek tişt jî ji bo naveroka mijara pê daketine, ya rastî heyatî ne. 

Mesele ne ew e ku gotinek, peyvek şaş bê fêmkirin û hêdî hêdî biguhere. Ev pêvajoyeke xwezayî ye. Lê gava em behsa projeyeke transkrîpsiyonê dikin, em behsa destwerdaneke ji derve dikin. Ev destwerdan dikare ilmî be, yan jî tenê bi armanca parastinê be jî. Yanî ew pêvajoya guherînê êdî ne li gorî adetê diqewime. 

Vêca gava min behsa adetê kir, ez meseleyê dewam bikim bi adetê. Di nod salan de guherîna zimên jî ji adetê ye, tiştekî xwezayî ye. Lê ev bi tesîrlihevkirinên pirralî, bi demê re û helbet bi hemdê xwe diqewime.

Gava bi hemdê xwe diqewime, mirov li dengekî berî 90 salan bihisîne jî ji hev derdixe, ji ber ku li paşxana wî zimanê guherî hîna deng û sewtên ya guherî dengvedidin. Rojane neyên bikaranîn jî peyv, biwêj û awayên sazkirina hevokan ên "berê" di bîra "niha" de ne. Hingê kesên nihayê, wekî berê nepeyivin jî, ew berê hîna parçeyek ji wan û bîra wan e.

Lê çi hatiye serê kurdên Bakur û pê re jî serê van ciwanên transkrîpsiyon kirine? Ez li ser vê jî hizirîm. Ew girêdana di navbera "berê" û "niha" de yan bi temamî hatiye birîn, yan jî gelekî hatiye qutkirin. Siyaseta asîmîlasyonê ji destpêka Komara Tirkiyeyê ve heye. Yanî mesele tenê siyaseta asîmîlasyonê bûya, diviyabû em ji bo tevahiya nifşên îro sax bibêjin, pira di navbera niha û berêya wan de qut bûye. Lê em behsa wan nifşan dikin ên ku zarokatiya wan teqabilî piştî nîvê salên nodî dike. Yanî destwerdana ji derve diyar e hingê yan karakterê xwe guherî yan jî encamên wê ji ber tiştinan guherîn.

Hingê ya li Bakurê welêt qewimî li aliyekî şikestineke hişk a awayê civaka heyî bû. Şewitandina gundan, valakirin, koçberkirina bi darê zorê, ji ber siyaset û şertên mêtingeriyê reva ji ber aboriya xirab û wekî din, hemû ketin ser hev. Kuliyatên metnên devkî, awayên peyivînê (speech arts), mekan û derfetên ragihandina civakî û her tişta eleqedarî wan an ji binî ve guherîn an qismî tune bûn. Vê qutbûna hişk xwe di dewamîna guherîna zimên de jî daye der û çawa min bi vê nimûneyê hîs jî kir, tesîreke gelekî mezin kiriye. 

Lê ev proje û projeyên wekî vê jî dikarin ji vê anomaliyê, ji vê qutbûnê encamên wê re bibin derman. Ji ber wê karekî pîroz e û ji ber ku sê caran tê kontrolkirin jî, dibe ku berê û niha bigihîne hev yan jî tayê di navbera wan de ziravbûyî, stûrtir bike.

07.06.2021, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Kîm Kî-Dûk fîlmek nîqaşê

ad

Saziyên kurdan: Dixwazin deskeftiyan kurdan têk bibin

ad

Pirtûkeke helbestan "41+1" derket

ad

'Haydutlar Kanunu' li Porteqala Zêrîn tê nîşandayîn

ad

Demîrtaş: Weşanxaneyên kurdan tu pirtûk û agahî nedane min

ad

Vane reqîbên Lîga Şampiyonan û Lîga UEFA'yê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname