logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Ji Îlhamî Sîdar romaneke nû: Memê Din

Romanivîskar Îlhamî Sîdar ku bi romanên xwe yên li ser dîrokê derketiye pêş, vê carê bi romana "Memê Din" berê xwendevan

  • Dîrok: 26/08/2021
  • Beş: Berhem

Diyarname

Romanivîskar Îlhamî Sîdar ku bi romanên xwe yên li ser dîrokê derketiye pêş, vê carê bi romana "Memê Din" berê xwendevanan dide Welatê Mexrîbê. Romana Sîdar a nû bi navê "Memê Din" ku ji Weşanxaneya Avestayê derket, ji ser destana Memê Alan re romaneke nû pêşkêş dike.

ROMANÊN WÎ YÊN BI TÎRKÎ

Nivîskar Îlhamî Sîdar wekî gelek kurdî bi tirkî dest bi nivîsandinê kiriye. Yekem pirtûka wî ya helbestan bi tirkî di sala 1999'an de bi navê "Sozlerin Yalazinda" derketiye. Wekî din jî wî helbest nivîsandine lê ji wan wêdetir ew bi romanên xwe derketiye pêş. Di sala 2003'yan de li ser serdema Serhildana Mîr Bedirxan romana "Bedirhan, Bir Cudî Soylencesi" bi tirkî nivîsî û bi vê nav û dengê wî belav bû.

ROMANÊN FARQÎN Û BEDLÎSÊ

Piştî "Bedirxan", Îlhamî Sîdar di romanên xwe yên din de jî berê xwendevanan da kêliyên dîrokî yên kurdan. Di "Dagli" de xwendevan birin Farqînê, bi "Tehma Xweliyê" jî xwendevan birin Bedlîsa sedsala 16'an. "Tehma Xweliyê" di heman demê de ji bo Sîdar serdemeke nû bû ji ber ku êdî pêvajoya wî ya romanên bi kurdî jî dest pê kir. Paşê bi "Xewneke Payîzê" xwendevan heta ber Melayê Cizîrî dibir û niha ew bi "Memê Din" li pêşberî xwendevanên xwe ye.

PIRSÊN JI EHMEDÊ XANÎ

Romana "Memê Din" bi pirsan dest pê dike, pirsên ji Ehmedê Xanî: "Her çiqas Xanî mijara xwe ji destana Memê Alan hildabe jî di honaka xwe de hin guhertinên berbiçav kirine. Ev yek ji berê ve pir bala min dikişand. Ji bo vê kitêba hanê ku heman mijar bi forma romanê radixe pêşiya me deriyek veke, min xwest ewil ji hosteyê mezin pirsiyar bikim, ango ji Ehmedê Xanî." 

Piştî ku Xanî ji karakter re dibêje, "Fermo çi ji destê min bê ezê texsîr nekim", pirsa, "Biborin lê bi rastî ez tênagihêjim cenabê we çima bi kakilê destanê lîst, ji kerema xwe re hûn dikarin vê ji bo min rave bikin?" tê.

SÊ SIPÊLE JI MEXRÎBÊ DERDIKEVIN

Ravekarê pirtûkê bi gotina "Destana Memê Alan jî yek ji wan berheman e ku xwedî bê hejmar afirîneran e. Ji zayîna xwe û vir de kî dizane nifş bi nifş di awaza dengbêj û hîkayetbêjan de çend teşe girtiye? Çi lê hatine zêdekirin û çi jê hatine qutkirin? Nivîskarê vê kitêbê ku çîroka xwe li ser Destana Memê Alanî dihûne wê bi çi rengî pênûma xwe bixebitîne? Dê kakila destanê biperçivîne yan dest nediyê yan jî bi nêrîneke din, nêzikî mijarê bibe û şiroveyeke nû lê bike?" rê dide ber xwendevan ka dê ber bi ku ve here. Û xwendevan pê dihese ku dê destan ji nû ve bê şirovekirin û çiqas bi serketî yan na di dawiya romanê de xwendevan dê biryarê bide. Niha bi sê sipêle yên di bin roniya heyvê de ji deriyên Mexrîbê; Mexrîba ku ji sê sed û şêst û pênc deriyan pêk tê derdikevin rê, xwendevan dikevin nava romanê.

Îlhamî Sîdar ku xwedî zimanekî herikbar e di vê romanê de jî vê herikbriyê didomîne. Ji bo naveroka romanê na, lê ji bo gotina pêşî û paşî du gotin mirov dikare bibêje: Ya pêşî dikaribû bê kurt kirin, û gotina dawî “Beşek ji derveyî navendê û di şûna ‘encam’ê de” jixwe qet ne hewce bû. Ev beş bi temamî jî jê bihata derxistin tu tişt ji romanê kêm nedikir.

Îlhamî Sîdar kî ye?

Nivîskar Îlhamî Sîdar di sala 1965'an de li Misirca Sêrtê hatiye dinê. Li Zanîngeha Enqereyê Beşa Ziman û Edebiyatê xwendiye û bûye mamoste. Sîdar wekî gelek nivîskarên kurd bi tirkî dest bi nivîsê kiriye. Yekem pirtûka wî ya helbestan bi tirkî di sala 1999'an de bi navê "Sozlerin Yalazinda" derketiye. Ji wê rojê de pirtûkan dinivîse lê piştî salên 2000'î kurdiya xwe pêş dixe, piştî salên 2010'an jî dest bi nivîsandina pirtûkên bi kurdî dike. Di sala 2011'ê de yekem pirtûka wî ya bi kurdî "Tehma Xweliyê" (roman) dertê. Sîda ji wê rojê de hem bi tirkî, hem bi kurdî pirtûkan dinivîse û belav dike.

Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:

-Sozlerin Yalazinda, helbest, 1999, Tirkî

- Bedirhan, Bir Cudi Soylencesi, roman, 2003, Tirkî

- Alişkin Huzunler, helbest, 2004, Tirkî

- Melekler de Olur, roman, 2005, Tirkî

- Dagli, roman, 2007, Tirkî

- Başka Gokyuzu, roman, 2009, Tirkî

- Tehma Xweliyê, roman, 2011, Kurdî

- Sadakat, roman, 2014, Tirkî

- Xewneke Payîzê, roman, 2015, Kurdî

- Şiirli Dag, roman 2016, Tirkî

- Masum Saat, helbest, 2017, Tirkî

- Gitmedigin Bir Yerde, roman, 2019, Tirkî

- Memê Din, roman, 2021, Kurdî

 

 

***

Ji bo kanala Youtubê ya Diyarnameyê:   

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com 

 


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

news
  • 23 03 2026

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

news
  • 17 02 2026

‘Doktor Dije’ bi zazakî zî veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Spanyayê pişta Rusyayê şikand

ad

Ji 65 şaredariyan 6 şaredarî man

ad

Pirtûka helbestan a herî biçûk li fûarê ye

ad

Du pirtûkên zarokan derketin

ad

Êşa bi strî ziman û yekitî

ad

Dîsa hatim, di destê min de şene û şûjin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname