Diyarname
Li Swêdê siyasetmedar Magdalena Andersson wekî yekem serokwezîra jin a Swedê vê serê sibê hat hilbijartin lê serokatiya wê tenê 7 saetan dom kir. Andersson vê êvarê îstîfa kir.
Serê sibê Parlemena Swêdê ji bo hikumeta nû û serokwezîriya Magdalena Andersson dengdan saz kir û Andersson bû serokwezîra welat.
Andersson seroka Partiya Sosyal Demokratan e û wan koalîsyon saz kiribû. Piştî vê yekê li parlemenê butçeya salê ku partiyên rastgir amade kiribûn li meclisê hat qebûlkirin. Li ser vê yekê Partiya Keskan nerazîbûn nîşan da û biryar da ku ji hikumetê vekişe.
Bi vekişîna Partiya Keskan re jî Serokwezîra Swêdê Andersson îstîfaya xwe ragihand. Bi vî awayî Andersson tenê 7 saetan wekî serokwezîr ma.
Serokwezîrê berê yê Swêdê Stefan Lofven dest ji serokatiya partiyê berdabû û ji bo avakirina hikumeteke nû navê Andersson pêşniyar kiribû.
Hevserokê Partiya Keskan Per Bolund got, "Em naxwazin welat bi butçeya ku partiyên rastgir amade kirine bê bi rê ve birin loma em ji hikumetê vekişiyan."
ANDERSSON KÎ YE?
Magdalena Andersson di sala 1967'an de li Uppsalayê hatiye dinê.
Anderssonê Dibistana Aborî ya Stockholmê xwend û paşê di navbera salên 1992-95'an de perwerdehiya lîsansa bilind girt. Di navbera salên 2009-2012'yan de peywira Midûriyeta Daîreya Bacê ya Swêdê girt ser milên xwe. Ew ji sala 2014'an ve Wezîra Maliyeyê bû.


