Diyarname
Bi navê "Barişa Kanat Uçanlar ve Ardillari" (Ên ji bo aştiyê bask vedane û şopajoyên wan) çalakiyeke li dar dikeve. Di vê çarçoveyê de pêşangehek dê vedibe, forum dê çêbin û di dawiyê de jî wê belgefîlm bê nîşandayîn.
10'ê kewçêra 2015'an de li Enqereyê komkujiyeke çêbû. "10 Ekîm Dernegî" jî ji bo vê yekê vebû. Ev komele niha vê çalakiyê li dar dixe. Çalakî di çaçoveya Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan? de dê li dar bikeve. Pêşî pêşangeh vedibe. Pêşangeh 10'ê mehê saet 18,30 de li Tutun Deposuya li Beyogluya Stenbolê dê li dar bikeve. Wêneyên di pêşangehê de ji aliyê Hatice Kapusuz ve hatine sazkirin. Kapusuz ji bo temsîla 104 kesên canê xwe ji dest dane 104 wêne bi awayê îllustrasyonê saz kirine.
11'ê mehê di navbera saet 14.00-16.00'an de bi navê "'Bîra Başkirinê' Bîr ji bo kî û çawa?" dê forûmeke li dar bikeve. Roja din atolye saz dibe û roja 13'yê mehê ji saet 18.00'an de dê belgefîlmê bi navê "Olum ne yana duşer usta" (Mirin bi kîjan alî ve dikeve hoste) bê nîşandayîn.


