Diyarname
Xelata Mafên Mirovan a Weimar a sala 2021'ê dan Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş. Birê Demîrtaş Suleyman Demîrtaş di merasima xelatdayînê de amade bû û li ser navê birê xwe xelat girt. Demîrtaş ji girtîgehê nameyeke şand merasimê. Demîrtaşî di nameya xwe de sipasiya saziya ku ew pêşniyar kiriye û Şaredariya Weimer kiriye; ligel van, ji Almanya heta Ewropayê, heta li her derê dinyayê silav ji bo kesên piştgiriya wî û girtiyên din kirine şandiye.
Di merasima xelatdayînê de Şaredarê Weimarê Peter Kleine ji bo sedema dayîna xelatê ji bo Demîrtaşî wisa got; "Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk bê çaıreser kirin ked daye. Ji bo demokratîkbûyîn, azadiya baweriyan û ji bo wekheviya ziman, çand û siyayî ya li Tirkiyeyê parastiye Demîrtaş hêjayî xelatê hatiye dîtin."
Endamên Meclisa Şaredariya Weimarê diyar kirine ku Demîrtaş ji sala 2016'an de bêyî sûcek kiribe girtiye, girtina wî ne hiqûqî ye û wisa gotine: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2018 û 2020'î de daxwaza berdana Demîrtaş kiriye."
Wezîra Çand û Çapemeniyê ya Almanyayê Claudia Roth jî beşdarî merasimê bû û axivî. Roth ji bo Demîrtaşî got "Ew dostê min e" û ev yek lê zêde kir: "Ew dilpola, yekî dilgerm û jîr e."
Berpirsê Komeleya Gelên di bin Gefê de yê Rojhilata Navîn Kemal Sîdo jî li merasimê amade bû. Ji ber pandemiyê merasim teng girtin, kesên bijarte beşdar bûn û her wiha merasim online hat weşandin.
Xelata Mafên Mirovan a Weimar didin kesên ku di vî warî de xebat kirine. Xelat ji sala 1995'an ve her sal roja 10'ê berfanbarê tê belavkirin. Par ev xelat dabûn Keşeyê Katolîk ê hollandî Jozef Jan Michel Kuppens û Felicia K Monjeza ê ji Malavilyayê. Ji kurdan Mebûsa HDP'ê parêzer Meral Daniş Beştaş di sala 1998'an de ev xelat girtibû. Xelat ligel plaketê beramberî 5 hezar pereyê Euroye.
"GfbV" (Komeleya Gelên di bin Gefê de) ku navenda wê li Gottingenê ye mafên kêmareyan diparêze. Vê saziyê Demîrtaş ji bo xelatê pêşniyar kiribû û Meclisa Şaredariyê ya Weimarê jî di civîna xwe ya roja 21'ê tîrmeha 2021'ê de biryara dayîna vê xelatê dabû.
Foto: Agit Boztemur
Suleyman Demîrtaşî di pirtûka saziyê de dîtinên xwe û sipasiyên xwe rêz kirin.




