Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha yekemîn eşkere kir. Di nav bernameyê de lîstikên bi navê "Hinek Henek", "Tenê Ez", "Mem û Zîn" û "Tartuffe" hene.
Bername 7'ê mehê bi lîstika Nazmi Karaman "Hinek Henek" dest pê dike. Ji bilî wê lîstika Şanoya Amedê "Tartuffe" (Derhêner Ruknettin Gun), lîstika TJN'ê "Tenê Ez" (Derhêner Omer Şahin, Rugeş Kirici, Cihad Ekinci) û "Mem û Zîn" (Derhêner Mîrza Mezin) a Şermola Performans jî vê mehê derdikeve ser dikê. Hemû lîstikên bernameyê saet 19.00'an de dest pê dikin.
Ji bilî lîstikên şanoyê konserek jî li dar dikeve. Kasim Taşdogan 9'ê mehê saet 17 û 19'an de dê konsera xwe pêşkêş bike.
Va ye hemû bername:
- "Hinek Henek": 7, 21 û 22'yê mehê.
- "Tartuffe": 8'ê mehê.
- Konsera Kasim Taşdogan, 9'ê mehê
- "Tenê Ez": 14 û 15'ê mehê.
- "Mem û Zîn": 28 û 29'ê mehê.
Ji bo agahiyên zêdetir:
0412- 224 24 26
Diclekent Mah. Dicleket Bulvari, No 137 BB, Kayapinar - Amed


