logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Kurê Îdrîsî Bedlîsê: Ebulfeyz Mehmet Efendî

Me ji bavê wî çi xêr dîtibû, îcar ji kurê wî bibînin Navê wî yê dirêj Muhammed bîn Îdrîs bin Husâmedîn Alî bin Hesen e.

  • Dîrok: 23/01/2022
  • Beş: Serbest

Mamoste MARÛF*

Me ji bavê wî çi xêr dîtibû, îcar ji kurê wî bibînin

Navê wî yê dirêj Muhammed bîn Îdrîs bin Husâmedîn Alî bin Hesen e. Kunyeya wî Ebulfeyz Mehmet Efendî ye. Sala zayîna wî nayê zanîn. Perwerdeya pêşî li ber destê bavê xwe dît, paşê jî ji alimên herî navdar ên welat... Di zarotiya xwe de terka welat dike, bo xwendinê tê Bursayê, li wir dibe dersduberakerê* Qadî Bexdadî yê muderisê Medreseya Sultaniye. Paşê li çend cihên wekî Semendîre, Rûdînk, Yenîşehîr, Tirhala, Manîsa û Trablûsşamê qadîtî dike.

Dema qadîtiya li van deran tehrîra bajarên Trablûsşam, Hema, Hums û Karamanê çêdike û bi xêra vê xizmeta mezin, dikeve çavê padîşahê Osmanî, ew wî dike defterdarê Anatoliyê.

Demeke pir dirêj vî karî dike lewma leqebê “defterî” lê dikin. Piştî demeke betaliyê, wî dikin “serdefterdarê defterdaran” ji ber ku ji Xwedê pir ditirsiya û wekî karbidestên beriya xwe pereyê dewletê nedidizî. Mehmedê Bitlisî teklîfeke dijberê qanûnan ji kesên ji wî payebilindtir jî bihata di cih de red dikir. Ew li stûyê deyndarên dewletê siwar dibû, heqê dewletê bi zorî ji wan distend.

Qasî sê salan serdefteriya defterdaran dike lê paşê, ji ber ku li gotineke padîşahê wê demê îtîraz dike ji vî karî tê dûrxistin. Bi ya hinekan bi xwe dev jê berdaye. Ji wê rojê şûn de ew debara xwe bi mehaneya malnişîniyê dike, li mala xwe ya li Topxaneya Stenbolê bi xwendin û nivîsê ve bilî dibe. Piştî ku du lawên wî di qezayeke li ser tengava Stenbolê de dixeniqin dimirin, ji kerba xewna hevalekî xwe dike mahne û bo çûna hec terka Stenbolê dike lê, sala 1574'an dema serlêdana Şama li ser rêya hec, jiyana xwe ji dest dide û li wir jî tê veşartin.

Ebulfeyz Mehmet Efendiyê kurê Îdrîsê Bitlîsî li nêzîkî mala xwe ya li Topxaneyê bi Mîmar Sînan Mizgeft û dibistanek, bo xwe jî tirbeyek dide çêkirin lê, ji ber ku li Şamê miribû ev tirbe nebû nesîbê wî. Mizgefta Ebulfazl a gel navê “Mizgefta Defterdar” lê kiribû sala 1916'an şewitî, paşê jî bi gişkî rûxiya, winda bû çû. Hestiyên xizmên wî yên di gorên di hezîreya wê de derxistin birin, di baxçeyê  Kiliç Alî Paşa de veşartin. 

Mehmet Efendiyê me bi zimanê xelkê helbest jî nivîsîne. Helbestên xwe bi leqebê Fazlî îmze kiriye.

Gelek berhemê wî yên bi xwe nivîsandî an wergerandî yên tesawifî, wêjeyî û dîrokî hene.

Ên bi xwe nivîsandine: Zeyl-î Heşt Bîhîşt: Beşeke zêdekirina li pirtûka bavê xwe bûyerên serdema Padîşah Selîmê Yekem e. Li Mûzeya Topkapiyê ye.

Selîmşahname: Dîroka bavê wî ya bi farisî ya di nîvî de mûswede hîştî ya derheqê Yavûz Sultan Selîm de ye. Bi fermana Qanûnî Sultan Suleyman wî ev berhem têkûz û temam kiriye. Hem helbestkî hem nesîr e. Helbestên wê mijarên nesîr dubare dike. Ew vê pirtûkê sala 1567'an diqedîne û pêşkêşî Padîşah Selîmê II. dike. Du nuxseyên wî hene; yek li Pirtûkxaneya Suleymaniyeyê, ya din li pirtûkxaneya Mûzeya Topkapiyê ye.

Dîwan: Helbestên wî yên bi erebî, farisî û bi tirkî tê de cih digirin.

Wekî din pirtûkeke wî ya dîrokê  ya bi navê Tarîh-î Ebulfazl heye ku bûyer û qewimînên ji Hz. Adem heta roja xwe vedibêje. Dîsa siyereke wî ya bi sernavê Cerîde-î Âsâr û  Harîde-î  Ahbâr jî heye. Xeynî van pirtûkan wî gelek berheman jî ji erebî û farisî li zimanê osmanî wergerandiye.

Heger we jiyana maqûlo bi baldarî xwendibe, têgihîştine ku tu xêra wî negihîştiye ziman û çand û aboriya kurd û Kurdistanê û xizm û lêzimên wî.

Heger pirtûkeke tenê an kîtabeya mizgefta xwe bi kurdî binivîsa ew ê biba Mihemedê Bitlisiyê delaliyê ber dilê gelê kurd.

*Dersdubarekar: Feqiyên jîr, waneyên ji seydayên xwe digirtin ji xwendekarên biçûk û ji xwe berjêrtir re dubare dikirin. 

***

*Têbiniya Diyarnameyê: Mamoste Marûf herî dawî ev nivîs di bloga xwe de belav kiribû. 

***

Nûçeya Eleqedar:

- Mamoste Marûf canê xwe ji dest da

 


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ev jî defansekê ye

ad

Ozal, Demirel, Erdogan û Baykal...Kî çi got?

ad

HRRK'ya Ewropayê konferansa xwe li dar xist

ad

Rêzgirtina faşîzmê

ad

Teklîfa zewacê û dilopa mîzê

ad

'Wêneyên Piştî Erdhejê' tên nîşadan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname