Diyarname
Heyeta HDP’ê çû Şengalê û peyama “Em li cem gelê Şengalê ne” belav kir.
Heyeta HDP’ê ku ji mebûsên HDP’ê Feleknaz Uca, Murat Çepni, Huda Kaya û Hasan Ozguneş pêk dihat çû Şengalê. Li gor nûçeya Roj Newsê Mebûsa HDP’ê Uca li vir axiviye û gotiye ku ji sala 2017’an ve êrîşên dewleta Tirkiyeyê yhen li ser Şengalê didomin û ev yek lê zêde kiriye, “Ji roja roj de em wekî gelhe bakurê Kurdistanê û wekî HDP em ji bo xweseriya Şengalê têdikoşin, em ligel gelê Şengalê ne. Em li ser navê gelê bakurê Kurdistanê em hatin vir. Em ligel şengaliyan in û li hemberî êrîşan mê bêdeng nemînin. Em van êrîşên li ser êzîdiyan wekî ferman dibînin.”


