Diyarname
Hunermenda kurd Tara Caf ku bi enstrumana xwe çeng (arp) û bi şêweya muzîka xwe di nav dilê kurdan de ji xwe re ciheke taybet çêkiriye bi rêzekonserên xwe dibe beşdarî bajarên kurdan û bajarên Tirkiyeyê.
Caf li Agirî, Stenbol, Mêrdîn, Amedê konseran pêşkêş bike. Hunermend Caf 28'ê vê mehê li Salona Sporê ya Kutlu Aktaş a li Agirî, 30'ê mehê li Şermola Performansê li Stenbolê, 3'yê sermawezê li Mardin (AKM) Yenîşehîr / Mêrdînê, 7'ê sermawezê li Leylan Cafeya Mêrdînê, 8'ê sermawezê li Suluklu Xana Amedê, 11'ê sermawezê li Seyr-î Mesela li Stenbolê û 13'yê mehê jî li Istanbulimpro dê konsera xwe pêşkêş bike.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


