Diyarname
Parêzer û siyasetmedar Şerafettin Kaya çend roj berê canê xwe ji dest dabû, îro li Mûşê bi merasima gelek kesî cenazeyê wî hat definkirin
Parêzer, siyasetmedar, şexsiyetekî naskirî ê kurd Şerafettin Kaya 12’yê mehê canê xwe ji dest da. Cenazeyê wî îro li Mûê bi beşdariya gelek kesî hat definkirin. Mebûsên HDP’yê yên Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit, Şevin Coşkun, mebusê HDP’ê yê Bedlîsê Mahmut Celadet Gaydali, endamên rêxistina HDP’ya Mûşê, parêzerên Baroya Mûşê û xizmên wî di merasima definkirina cenazeyê de amade bûn.
Şerafettin Kaya kî ye?
Parêzer, siyasetmedar Şerafettin Kaya roja 1’ê berfanbara 1933’yan li Gimgima Mûşê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Mûşê xwendiye, di sala 1951’ê de ji dibistana Mamostetî ya Erzeromê mezûn bûye. Wî piştî di sala 1962’yan de Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê temam kir, dest bi parêzerî kir. Piştî Derbeya 12’yê Adara 1972’yan doza gelek girtiyên siyasî girt ser milên xwe. Di navbera 1973-75’an de Serokatiya Baroya Mûşê kir.
Pişî derbeya 12’yê Rezbera 1980’yî hat binçavkirin, rastî îşkenceyan hat. Li Girtîgeha Bi Nimreya 5 a Amedê girtî ma. Elçî ji ber xebatên xwe piştî salên 80”yî mecbûr ma here Almanyayê. Demek dirêj li wir ma. iWî li Ewporayê ligel hinek parêzerên kurd Yekîtiya Parêzerên Kurd ava kir. Her wiha di nav avakarên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de cih girt.
Kayayê ku ev demek bû dihat dermankirin, roja 12’yê adara 2022’yan canê xwe ji dest da.
Heta niha du pirtûkên wî derketin. Kaya berê bi navê “Diyarbakir'da Îşkence” (Li Amedê Îşkence) pirtûkek derxistbû û qala serdema xwe ya girtîgehê û îşkenceyê kiribû. Dûre bi navê “Hayatimdan Kesitler” (Kêliyên Ji Jiyana Min) pirtûka bîranînan wekî du cild amade kiribû û pirtûk ji Weşanên Dozê derketibû.
"
Nûçeya Eleqedar:
- Siyasetmedar û parêzer Şerafettin Kaya mir


