logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Va ne 11 berhemên ku amediyan di salekê de zêdetir xwendine

Li gorî daneyên pirtûkxaneyan, amediyan par herî zêde pirtûkên lêkolînî, dîrokî û wêjeyî xwendine, va ne 11’ên herî zêde

  • Dîrok: 23/04/2022
  • Beş: Nûçeyên Çandî

AMED

Li gorî daneyên pirtûkxaneyan, amediyan par herî zêde pirtûkên lêkolînî, dîrokî û wêjeyî xwendine. 11’ên herî zêde hatine xwendin em derdixin pêş.

Ajansa Mezopotamyayê li ser vê yekê lêkolîneke kiriye. Ajansê  ji pirtûkxaneyan pirtûkên ku ji par ve herî zêde li Amedê hatine xwendin pirsîne û di encamê de 11 pirtûkên herî zêde hatine xwendine derketine holê.

Di nûçeyê de gotina, “Li gorî daneyên ku me ji weşanxane û çapxaneyan dane ber hev, xelkê Amedê di nava pirtûkên bi kurdî de ji par heta niha herî zêde pirtûkên lêkolînî bi taybet jî yên li ser dîroka kurd û Kurdistanê xwendine” belav kiriye û pirtûkên ku herî zêde hatine xwendin wisa rêz kirine:

1- DÎROKA KURDAN Û KURDISTANÊ - M. EMÎN ZEKÎ BEG 

Li gorî daneyên par, pirtûka ku ji hêla amediyan ve herî zêde hatiye xwendin, pirtûka M. Emîn Zekî Beg a “Dîroka Kurdan û Kurdistanê” ye. 

2 - MÎRZAYÊ BIÇÛK - ANTOINE DE SAINT-EXUPERY   

Hem li gorî salên dawî û hem jî hemû deman ji zêdetirîn pirtûka hatiye firotin û xwendin e. Pirtûk, ji çavê zarokekî jiyana mezinan û liv û tevgerên wan vedibêje.

3 - EREB ŞEMO - DIMDIM

Destana bi navê Xanê Çengzêrîn wekî destana DIMDIM'ê tê zanîn û bûyerên serhildana sedsala 17'emîn digire dest. Keleha Dimdimê li rojhilatê Kurdistanê ye. Artêşên osmanî û îranê li hev dikin û êrişî Keleha Dimdimê dikin û dixwazin bi dest bixin. Li gorî pirtûkê, kesek rêya ava paqij a diçe kelehê nîşanî artêşên êrîşkar dide. Li ser vê yekê av li ser berxwedêran tê qutkirin. Pirtûk, berxwedana Xanê Çengzêrîn a li hemberî artêşên osmanî û îranî bi zimanekî wêjeyî vedibêje. 

4- LEYLAN - SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ

Ji romanên demên dawî de hatine nivîsandin yek jê ya herî zêde hatiye firotin û xwendin, pirtûka Selahattîn Demîrtaş “Leylan” e. Di romanê de Demîrtaş, bextewarî, evîn, tekoşîn û kedê vedikole û li bersivên nû digere. Bûyerên balkêş û herikbar ji Amedê dest pê dikin, li Stenbolê û Zûrihê berdewam dikin û li Nisêbînê jî bi dawî dibin. Pirtûk her çiqas bi zimanê tirkî hatibe nivîsandin jî, lê belê wergera pirtûkê jî gelek hate firotin. 

5 - METÎN AKTAŞ - NÎŞANCI

Roman, bûyerên di Serhildana Şêx Seîd de bi awayekî wêjeyî  bi xwîneran re parve dike. Derheqê Serhildana Şêx Seîd de gelek agahiyên şaş û derew hatine belavkirin. Ev roman ji wan şaşî û derewan û hem jî ji jiyana li ser wan derewan hatiye avakirin re bersiveke.

6 - JINEOLOJΠ

Kovar, ji hêla jinan ve bi awayekî kolektîf tê amadekirin û çapkirin. Kovar di nivîsên xwe de dijî feraseta mêr û her wiha meseleyên civakî, aborî, jin û zayendî bi çavên jinê dinirxîne û pêşkêş dike.

7 - TENÊTIYA SEDSALΠ - GABRÎEL GARCÎA MÂRQUEZ

Nivîskar, zarokatiya xwe bi awayekî fantastîk û bi vebêjeke efsûnî girtiye dest. Nivîskar 16 salan li ser bûyerên zarokatiya xwe fikiriye û pirtûk di nava 2 salan de nivîsandiye. Di vê pirtûka xwe de nivîskar jiyaneke di xaniyeke mezin de derbas dibe vedibêje ku xwîşkek axê dixwe, dapîr pêşerojê dibîne û çend xizmên wî jî di navbera dînitî û bextewariyê de mayîn e.

8 - DENGÊ ZÊ - MEHMET AKDOGAN

Lehengê romanê Mûstafa ji bo perwerdeya medreseyê diçe Colemergê. Li aliyekî hesreta gund dikişîne û li aliyê din jî bi tirsên xwe re rûbirû dimîne. Li vir hevalê xwe Îsiv dibîne û di salên 90’î de rastî polîtîkayên dijwar ên dewletê tên. Îsiv û Mistefa şahidiya bûyeran salên 90’î dikin. Roman bûyerên van salan tîne ziman.

9 - DESTAR - ENSTÎTUYA KURDÎ YA AMEDÊ 

Kovara Destarê, ji hêla gelek nivîskaran ve bi awayekî kolektîf tê derxistin û gelemperiya nivîsan, encama lêkolînan in. Ziman, wêje, lêkolîn û hwd. jî di nav de gelek mijar tên destgirtin. Kovara ku 3 mehan carekê bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî derdikeve, xîtabî tevahiya kurdan dike.

10 - FIRAT CAN – WELATEK JI HÊVIYÊ RE (UMUDA BÎR ULKE) 

Roman bi tirkî hatiye nivîsîn. Nivîskar, di vê romana xwe de rastiya îktîdarê û mêrê serdest bi awayekî rexneyî digire dest û bi bûyerên siyasî û cîvakî dixwaze di şexsê jinê de berxwedanê û tekoşînê wekî rastiyekî jiyanê pêşkeşî xwîneran bike. 

11 - ZANA FARQÎNÎ - FERHANGA KURMANCÎ

Ferhanga Kurmancî wekî her dem girîngiya xwe parastiye û ji bo hemû kesên ku dest bi xwendin, nivîsandin û wergera kurdî ferhegekî jêveneger e. Amadekar Farqînî, di encama lêkolînên xwe de têgehên herî zêde tên bikaranîn di ferhengê de pêşkêş kirine.  Ji çapên xwe yên berê heya çapa xwe ya nû, ferhen rastî eleqeyeke mezin tê. 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di metnên edebî de homoerotîzm û wek têmayeke edebî hevzayendî

ad

Vê Carê

ad

Hevpeyvîna Hekîm Sefkan û malperên kurdan

ad

A jî kuna miyanê siyasetî!

ad

Înterneta bêpere ne xeyal e!

ad

Pirsa vê serdemê: Gelo dema wêjeyê derbas bûye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname