logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Ferhenga Baranî: Çilek û Zikselete

"Çilek" di zarlixiya min ya Sirûcî de peyveke li dora xwarin-vexwarinê bû. Gava dilê yekî berî xwarin-vexwarinek were îk

  • Dîrok: 07/10/2022
  • Beş: Serbest

Omer Faruk Baran

"Çilek" di zarlixiya min ya Sirûcî de peyveke li dora xwarin-vexwarinê bû. Gava dilê yekî berî xwarin-vexwarinek were îkramkirin diqaqijiyê û ew qaqijîn jî ji dev û lêvan eşkere dibû hema mora "çilek"iyê lêdiket: Filankes pir çilek e.  

Ew peyv bi qasî min didît û dibihîst pirtir bo zarokan dihat gotin û li ser zimanên me yên çûçan diket formeke kintir jî: Çil çil çil çil.. Zarokekî bêîkram dema tiştek dixwar-vedixwar û parek nedida hevalên xwe digot "çil çil çil çil" û av û girêz ji devê hevalan dianî. Av û girêz jî heta cîhekî bû, heta hevalan lepek vediweşande wî tiştî bêîkramo û parçek bi zorê jê qut dikir û heta şer û şor jê çêdibûn.. 

Bi mezinbûnê re û bi tesîra market û mektebên tirkî re "çilek", "çil çil çil çil" dûr ketin ji devê min û bere bere "çilek"ya bi tirkî ya bi mêwe û mobîlya ket mejiyê min. 

"Çilek"a tirkî ya ferhenga D. Îzolî gotiye bi kurmancî "şîlek" û "tûfrengî" ye pir buha bû, xwarina zengînan bû di zarlixiya min de. Mobîlyayên bi markeya "Çilek"ê jî, ku bi roj û şev di reklamên kanalên bi tirkî de derdiketin, ji odeyên mala me pirtir xîtabî odeyên malmezinên modern dikirin. 

Mêwe û mobîlya li şûna xwe, em vegerin ser "çilek"a me ya bi "çil çil çil çil"an û berê xwe bidin ferhengan.

Di ferhenga Mihemed Emîn Bozarslanî de bo "çilek"ê, "kes yan lawirê ku pirr zêde ji xwarinê hez dike û di heqê xwarinê de bi nefsa xwe nikare" hatiye nivîsîn, û "bênefs", "nefsek", "nefsker" û "ziko" jî li eynî mehneyê hatine rêzkirin. Celadet Alî Bedirxanî jî di ferhenga xwe de li kêleka "çilek"ê, "bênefs", "çilês" û "zikonî" daniye. 

Ne bi rêzkirinê ne bi anîn danînê ferhenga mejiyê min bi qasî ferhengên Bedirxanî, Bozarslanî, D.Îzolî rind û fireh nabin elbet, lê hêjayî gotinê û qeydkirinê ye, min bihistîye ku li Sirûcê bo kesên "çilek", "zikselete" jî tê gotin.  

"Selete" ya di gelek zimanan de "salad"e, "salada" ye û zik.. "Zikselete", çi peyvek e çeleng e ku meriv dikare bi ken û kêf bo çilekên vegan û vejeteryan bişixulîne. 


Jêder: 

Bedîrxan, Celadet Alî: Ferheng Kurdî-Kurdî, Weşanxaneya Avesta, 2009

Îzolî, D: Ferheng Kurdî-Tirkî, Turkçe-Kurtçe, Weşanên Deng, 2007 

Bozarslan, M. Emin: Ferhenga Kurdî, Cildê Pêşin A-D, Weşanên Deng, 2011

 

 

omerfarukbaran@hotmail.com 

**

Nivîsên din ên Omer Faruk Baran ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Ji çavên Reşê dostaniya Musa Anter û Safiye Ayla

- Wêranşar 1977, Şerê Xal û Xwarziyan û Kevokên Spî

- Musa Anter, Zekî Muren û Musa Muren 

- Mîzahşorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî 

- Li dû 'ABBAS'... 

- Rûken Be Sezen Aksu û Gulumse Kemal Burkay 

- Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan 

-  Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

- Bila kes netirse, Xwedê jî gotiye ''Min Dît''! 

- Meşa Siya Şevê  

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Li gor qedexeyê li taxên Sûrê rewşa dawî

ad

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

ad

Mebûsê HDP'ê Paylan: Em li Wezaretê geriyan, tiştek nekirin

ad

Milê Îdris Baluken ji cih derxistin

ad

Dimay 100 sere 'Montmartre' veciya meydan

ad

Ê wan mêşeke wan jî hêja ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname