Diyarname
Di Kûpaya Cîhanê 2022 de îro Fransa berî maça dawî bilîze mafê derketina ji koman bi dest xist. Arjantîn ku di maça yekemîn de têk çûbû, di maça diduyan de bi Messi hêvî ket dilê wê.
Mbappe 2 gol avêtin
Di Koma D de Fransayê tîma xurt û berxwedêr Danîmarka kir mêvan. Di nîveka yekemîn de êrîşên her du tîman jî encam neanîn. Di nîveka duyemîn de Mbappe di deqîqeya 61’ê de dest bi vegotinê kir, tîma xwe Fransa bi 1-0 derxist pêş. Danîmarkayê bi Christensen piştî 7 deqeyan bersiv da, lê Mbappe di deqîqeya 86 da encam diyar kir: 2-1.
Bi vê di encama maçên duyemîn de Fransa gihîşt 6 pûanan û berî maça 3’yem bilîze ji komê derket, derbasî Dora 16’an bû. Danîmarka di 1 pûanî de ma.
Di maç adin de Avustralyayê Tunus bi 1-0 têk bir û 3 pûanên xwe girtin. Tunus jî di 1 pûanê de ma. Di maçên bê de Fransa û Tunus, Danîmarka û Avustralya dilîzin. Avustralya yek pûanî bigire ji komê derdikeve. Danîmarka bi ser bikeve dê li maça din binêre.
Messi avêt û da avêtin
Di kaça Koma C de Arjantîn û Meksîka hatin hemberî hev. Meksîkayê maçek dijwar, bi faûl û hişk dilîst. Defansê wê destûr nedida lîstikvanên Arjantînê dîwarê xêzê derbas bikin, lê dema Messi hebe, rewş hinek din diguhere. Di nîveka yekemîn de nehiştin Arjantînî tiştek bikin lê di nîveka duyemîn de Messi dema gog bi dest xist, ji zû de tor amade bû cih jêre veqetîne: Deqe 64, 1-0.
Di deqîqeya 87’an de jî Messi got da Enzo Fernandez û wî gog şand quncikê ku qeleparêz Ochoa nikaribe xwe bigihîne kê. Bi vê yekê Arjantînê 3 pûanên xwe girtin û heviya derketina ji komê gihand maça sêyemîn.
Di maça din de Polonyayê Erebiskana Siûdî bi 2-0 têk bir. Niha di komê de Polonya xwedî 4 pûanan, Arjantîn xwedî 3 pûanan e. Ev her du tîm di maça sêyemîn de bên hemberî hev.
Erebistana Siûdî xwedî 3 pûanan, Meksîka xwedî pûanek e û her du tîm di maça sêyemîn de bên hemberî hev. Maçên van roja 30’yê mehê têne lîstin.


