Diyarname
Pêşangeha Pirtûkan a Hewlerê 17'ê mehê li dar dikeve. Ji Bakur sê weşanxane beşdar dibin lê bi gelek zehmetiyan.
16'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlerê îro dest pê dike û heta 27'ê mehê dê li dar be. Ji Bakur sê weşanxaneyên kurdan, Weşanên Nûbihar, Avesta û Sîtavê beşdar dibin. Lê ji Bakur heta Hewlêrê birina pirtûkan gelek zehmet e. Xwediyên weşanxaneyan bi peyamên belav kirin ev anîn ziman.
'HER SAL EM EYNÎ ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNIN'
Xwediyê Weşanên Nûbiharê Suleyan Çevik wêneyê paketên pirtûkan ku şandine fûarê li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir û ev nivîsî, "Heta hevalan ev pakêt şandin îmana wan çikiya. Axir pirtûkên me gihaştine pêşengeha Hewlêrê. Çiqas em diçin Başûr eynî zehmetî derdikevin. Îro zehmetî qediyan, teseliya me çûyîna pirtûkan e!"
'XWEDÊ DIZANE EM BI ÇI ZEHMETIYAN BEŞDAR DIBIN'
Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin jî wisa got, "Xwedê dizane û em dizanin bê bi çi zehmetiyan em beşdarî fûara Hewlêr dibin. Li Marsê ê wisa zehmet nebe, bêhenek. Hersal em dibên careke din tobe lê piştre hisiyat serdest dibe û em ji bîr dikin. Nebêjin we negot, nabe ev bar tenê ser milê me be, bi vî awayî em careke din naçin."