logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Referandûma li Başûr

  • Dîrok: 13/06/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

NECÎBE QEREDAXÎ

Li her derê cîhanê biryara çêkirina referandûmê parlemen an jî meclîsên gel dide û ev yek jî her kesî eleqadar dike. Partî an jî hêzeke siyasî bi serê xwe nikare biryara referandûmê bide. Wekî hemû tiştî ev yek jî li Başûrê Kurdistanê berovajî ye. Hefteya borî PDK, hin partiyên din û beşek ji YNK (Ne hemû aliyên YNK ji ber ku niha ne yek dest e) bi serkêşiya Barzanî biryar dan ku referandûmê çêbikin. Biryara referandûmê di vê rewşê de hatiye girtin; parleman ji sala 2014´an û vir ve naxebite û ti mekanîzmayeke qanunî ne lidar e ji ber ku PDK Serokê Parleman Dr. Yusuf Mihemed ji kar dûr xist heta mafê wî ya çûna Hewlerê jî nîne. Esas Barzanî û PDK dixwaze meqama Serokatiya Herêma Kurdistanê bi qanûnî bike ji ber li gorî yasayan ti kes nikare ji 8 salan zêdetir bibe serokê herêmê. Mijar ne ew e û jixwe pir hatiye ziman jî lê di rewşeke wiha de planên Erdogan û PDK’ê diketin bin çavdêriya mekanîzmaya hundirîn, ji bo vê yekê jî PDK derbe li hemberî parlemanê kir. Ne tenê Serokê Parleman, ti mixalafet û kesên xwedî ramanên cuda jî nikarin li Hewlerê û Duhokê bimînin, ger bimînin jî tên kuştin an tên dersînorkirin ji wan bajaran. Herî dawî komeke pir biçûk peymaneke mezin ya petrolê bi Rûsiya re îmza kir ku bûbû sedema gengeşiya mezin. Ji bo fermîkirin û vesazkirina talanên li ser dahata civakê vê carê biryara refarandûmê dan. Referandûm di erdnigariyeke wisa de tê kirin ku 13 baregehên serbazî yên dewleta Tirk bi çekên giran lê hatine damezirandin.

Belê niha her kes dipirse ka referandûm ji bo çi ye û armanca wê çi ye, kê biryar da? PDK mahneya ku em nikarin bi Iraqê re bijîn derdixe pêş û alîgirên xwe bi hîs û motîvasyoneke netewperest mobîlîze dike û dixwaze peyam û boçûna ‘Êdî em nikarin bi Ereban re bijîn, ji bo vê divê em amadekariya dewletekê bikin’ belav dike.  Lê di heman rojê de yanî roja biryara referandûmê hatî girtin nûnerên xwe rêdike Bexdayê û ji Abadî re dibêje ‘Ev referandûm ne ji bo serxwebûnê ye.’ Xuyaye ev referandûm ji bo xurtkirina destê kesên heya niha hem talana qûtê civakê kirine û hem jî zêdetir hewcêdariya wan bi mekanîzmayeke navendî heye ku qaşo dixwazin bi dengê gel vê yekê rewa bikin. Ji bo vê jî lîstikeke gelek zirav û balkêş dikin. Di destpêkê de divê were gotin ku Başûrê Kurdistanê bi valahiyeke pir mezin ya fikir û krîzên siyasî, aborî û zihnî re derbas dibe. PDK bi hin têgîn û gotinan dilîze û dixwaze meşrûyeta dagirkerî û kontrolkirina civakê li ser bingeha van gotinan ava bike. Yek ji wan têgînan jî ‘netewî’ ye ku zêdetir bi aliyê nijadperestî ve diçe û ji prensîbên demokrasî bêpar e. Yek jî ji wan têgînan ‘serxwebûn’ e ku ji bo PDK’ê tê wateya dewletbûnê lê dewletbûneke çawa? Niha pir kes bi guman dipirsin, 26 sal in tiştek nemaye li herêma Kurdistanê nehatiye dagirkirin vê demê dewletek ava bibe jî wê bikeve xizmeta dagirkerên Kurdistanê û hin malbatan? Di welatek de ti destûr û qanûnên demokratîk nîne ku diyar bike referandûm wê çi encam bi xwe re bîne? Pir kes ji encamên derkevin bi fikar e û hin mamosteyên zanîngehê dibêjin ‘Tenê em dewletê ava bikin çawaniya vê ne girîng e, ev nêzîkatiyeke tewş e û şaşitiyeke dîrokî ye.’ 

Çend meh ji bo temenê Parlemana heyî maye û divê di dawiya salê de were nûkirin lê PDK bi referandûmê dixwaze pêşî li vê gavê bigire. Divê parlemenê biryar li ser referandûmê bidaba lê Barzanî çend komîsyon ji kesên xwe û hin partî û kesên girêdayî wan avakirine da ku referandûmê bi rêve bibin. Mirov hewce nake pir pispor be û hûr bikole ku wê encamên referandûm çi bibe erê dibe na na? Wê mûheqeq erê bibe ji ber ku encamên vê referandûmê berê pir baş hatiye hûnandin û biryara vê referandûmê li Hewlêr behatiye girtin. Civîna hefteya borî tenê ji bo ragihandina vê biryarê bû jixwe partiyên din ku tevlî civînê bûne dizanin di encama siyaseta PDK´ê de ti serweriya wan nemaye.

Referandûma ku divê 25´ê Îlonê were çêkirin herêmên yên dikevin nava madeya 140 ya destûra Iraqê wekî Şengal, Xaneqîn, Kerkuk nagire nav xwe. Ev jî bi fermî parçekirina erdnîgariya Kurdan e ku bi destê wan wê were êrêkirin.

Hîna referandûm nehatiye kirin mirovên xwedî nêrînên cuda gef li wan tê xwarin û li ser torên civakî wan reş dikin, mirov texmîn dike piştî referandûmê wê çi bi ser civakê ve bînin. Pirsa herî girîng civaka Başûrê Kurdistanê ji xwe bike ev e ku, di demeke ku hê nikarin meaşê karmendan bidin, welat bê destûr û qanûn tê birêvebirin, hemû dahatên herêmê hatine talankirin, ti saziyeke rêvebirinê ya demmokratîk nemaye, ew ê referandûm ji bo çi û ji bo kê were çêkirin?
necibeqeredaxi@gmail.com
13.06.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo yên nû dest pê kirine: 'Kurte Wêjeya Kurdî'

ad

Şaredaran xwest şaredarên kurd bêne berdan

ad

Konseya YE'yê: Tirkiye ne welatek bi ewle ye neçin

ad

Ev skor bi kêrî Chelsea tê

ad

Pêşmerge nabin yek, hêzeke yekgirtî ava bikin

ad

Li gelek navçe û bajaran îtîraz hat kirin (vaye lîste)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname