Diyarname
Li Amedê stada mezin a bi navê "Diyarbakir Stadyumu" ji bo maçên fûtbolê mazûvanî dike. Amed Spor jî maçên xwe di vê stadê de dilîze. Alîgirên Amed Sporê ragihandin ku ewê ji niha û pêde êdî navê "Diyarbakir Stadyumu" bikar neynin, navê "Stada Tahir Elçî ya Amedê" bikar bînin. Komên alîgir ên Amed Sporê Barîkatê ji ser tora civakî re got, "Em wekî Barîkat & Mor Marîkat em radigihînin alîgirên mezin ên Amed sporê ku em dê navê stadê êdî wekî Stada Tahir Elçî ya Amedê bikar bînin." Ji aliyê fermî ve mafê temaşevanan a bi vî rengî nîn e, lê ji aliyê dil û xwestinê ve temaşevan navan li cihên diçinê lê dikin.
Ji bo guhertina navê stadê pêşniyarname
Li aliyê din Mebûsê HDP’ê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlioglu ji bo navê Diyarbakır Stadi biguhere û bibe Stada Tahir Elçî pêşniyarname da Meclisa Tirkiyeyê. Di pêşniyarnameyê de wisa got, “Tahir Elçî wekî kesekî ew qas girêdayî bajarê xwe, çanda xwe û mirovên xwe ger navê wî li stadê bê kirin dê hinek xîtabî wicdana gel bê kirin. Ji ber vê yekê navê Diyarbakir Stadi biguhere û bibe Stada Tahir Elçî ya Amedê dê biryareke di cih de be.”


