logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Komeleya Nivîskarên Sûriyê ava dibe

Ji roja ku şoreşa Sûriyê di 15 adara 2011'an de dest pê kiriye û heta niha Sûriye ji her alî de dikele. Nivîskaran jî de

  • Dîrok: 24/01/2012
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Ji roja ku şoreşa Sûriyê di 15 adara 2011'an de dest pê kiriye û heta niha Sûriye ji her alî de dikele. Nivîskaran jî dest bi avakirina rêxistineke alternatîfa "Yekîtiya Nivîskarên Ereb" dezgeha fermî ya Sûriyê kir.
Komeleya (bi gotineke din Malbend an Hevgirtin) Nivîskarên Sûrî bi hin nivîskarên kurd ên kurdên Sûriyê re jî ketine nav têkiliyê û ji wan xwestine ku di nav de cih bigirin. Ji bo avakirina vê malbendê malpereke jî hatiye avakirin û biryar girtine ku malper hem bi erebî, hem bi kurdî be.

Komeleya Nivîskarên Sûriyê ji bo avabûnê daxuyaniyeke weşand û em vê daxuyaniya wan diweşînin. Vaye ew daxuyanî:

"Daxuyaniya damezirandinê
 
Komeleye (Malbendeke) çandî  û azad e. Deriyê endametiyê ji  bo  hemû nivîskarên Sûriyê, bîr û baweriyên  wan yên wêjeyî û ramanî çibin bela bibin, vekiriye.

Herwisa deriyê malbendê, li ber hemû nivîskarên ereb (Nivîskarên Erebistanê jî di nav de) û yên ne ereb û piştgiriya miletê Sûriyê dikin, wekî endamên rûmetê, vekiriye.
 
Nivîskarên filestînî jî,  yên ku li Sûriyê dimînin, dikarin mîna nivîskarên sûrî hemû mafên endametiyê bidestbixînin.
 
***
 
Malbend li ser bingeha pirrengiya çandî, ya ku pirrengiya xwe ji civaka sûrî girtiye, hatiye holê. Ev yek me dajo ber perpirsiyariyeke mezin, ew jî  jiholêrakirina sedemên  binpêkirina çandên cuda yên pêkhatên Sûriyê ye. Da ku derfetên  derbirînê û afirandina bi zimanên xwe yên taybet li ber wan bêne vekirin. Di serî de her du ziman, yê kurdî û yê aşûrî-suryanî.

Pêdiviyên damezrandinê:
 
Mil bi mil û li kêleka şoreşa miletê Sûriyê ya ji bo azadî, rûmet û geşbûneke niştimanî,  em rewşenbîrên  sûrî  ku ji palgeh û bîrûbaweriyên cuda tên, me biryar da ku em malbenda nivîskarên Sûriyê damezirînin. Ev gav  weku  beşdariya me ya di şoreşa Sûriyê de ye,  çi li hundirê welêt be,  çi jî li derve be û bi helwesta  xwe li kêleka miletê me yê ku şoreşê birêvedibe, cih digrin. Herweha pêdiviya me bi çarçoveyeke demoqrat û serbixwe  ya  ji  bo hemû nivîskarên Sûriyê, heye.  Da ku karibe bibe neynika reyalîteya Sûriyê ya nû ku îro ro li kolanên azadiyê jidayik dibe.
 
***
 
Di riya avakirina vê malbendê re,  em ê ji bo vê armancê kar bikin, da ku çand rola xwe ya guherandinê, rexnegiriya bingehîn û azadkirinê, li xwe vegerîne.  Wisa rewşenbîr  jî  serbixwebûna xwe bidestbixe û rola xwe ya nûkirina di warê ramanî, exlaqî û hunerî de bilîze. Da ku di riya parastina maf û azadiyên hemwelatiyên xwe û yekîtiya wan re, em di rêza miletê xwe de cih bigrin.
 
Bi dehên salane ku çand xizmeta  derûdorên  rêjîmê dike û hejmareke ne biçûk ji  rewşenbîran weku zirne û çavdêrên sextekar  ji  bo  rêjîmê kar dikin.

***
 
Hêviya me ew e,  ku malbenda nivîskarên Sûriyê  ji bo danûstendina  di navbera  xwediyên bîrûbaweriyên wêjeyî û ramanî yên cihê de,  bibe hemêzeke  germ. Wisa jî bibe qadeke rexnegeriyê û jihevxistina  çanda  yekreng,  ya ku partiya Baas bi dehê salane, bi desthilatdariya xwe ya zordar,  bi destên hêzên ewlekariyê û bi  kirinên  xwe yên binpêkirina mafan, di riya „yekîtiya nivîskarên ereb“ re, cihbicih kiriye.

***
 
Ev malbend bi wê yekê mijûle,  ku ji bo helbestvan, nivîskar, ramangir û wêjevanên  Sûriyê  yên azad ku di avakirina Sûriyeya nû de beşdarin û pêdiviya wan bi çarçoveyeke danûstendinê heye, bibe qadeke hevbeş û pencereyeke azad. Bi  vî  awayî  tevgera guherandina  ji  rêjîmeke zordar  ber  bi rêjîmeke demoqrat, sivîl, pirreng û azad, li ser bingeha  hemwelatîbûnê, xurtir dibe û ji bo afirandinê û  berhemdayîna di warê wêjeyê  û ramanê  de derfet  berfirehtir dibin.
 
***
 
Di hundir cografya Sûriyê de,  zordarî, binpêkirin û berbendkirina  azadiya  raman û derbirînê,  bê cudahî, her pênûşilgir  dabû  ber xwe.  Em jî di wê baweriyê de ne ku,  malbend karibe vê valahiya ku sîstema  yekpartîtiyê, di nav nivîskaran de,  li pey xwe hiştiye, dagire. Ev siyaset bû sedem ku rewşenbîrên Sûriyê  dûrî  hev  bikevin û hêza çandê bê pûçkirin. Vê yekê cihê Sûriyê di warê çand û wêjeyê de, hem li cîhanê û hem jî  di çavên xelkên Sûriyê bi xwe de,  qels kir. Vê rewşê  welat  ji ramana nûxwaz û wêrek, ji  xeyala  vekirî û bê sînor, ji  rexneya  siyasî û civakî  ya afirêner û ji giyanê azad û nûjen, bêpar kir.
 
Hêviya me ew e ku,  em beşdarî  nûkirina nirxên  giştî yên zanîn, kar û afirandinê bibin. Berevajî  bilindahiya  nirxên ku îro ro di riya desthilatdarî, pere û keysbaziyê re hatine bicihkirin.
 
***
 
Daxwaz  jinûveavakirina  taybetiya  çanda Sûriyeyî  ya hilweşiyayî  ye. Ev yek wê di çarçoveya  tevgera çanda erebî de, bi danûstendina  bi destkeftiyên  şoreşên erebî  re û di çarçoveya derfetên ku di qada cîhanî de vedibin, pêk bê.
 
***
 
Komeke biçûk ji nivîskar û helbestvanên sûrî, li derve û li hundir,  li pey ramana damezrandina malbendê ne. Ev raman weku pêdiviya hemû nivîskarên Sûriyeyî  bi  çarçoveke hevbeş,  ku karibin piştgiriya miletê xwe bikin û ji bo jinûvebicihkirina rola rewşenbîriyê û rewşenbîr di jiyana civakê de, hate holê.  Kom, li gor derfetên  xwe,  bi nivîskarên sûrî  yên  derve û hundir re ketin  têkiliyê û ji bo serkeftina  pêkanîna vê ramanê, çi ji destê  wan hat, kirin.
 
***
 
Eşkerekirina  damezirandina  malbendê,  dê rê li ber gelek pirsên girêdayî sîmayên wê, rol û şêweyên rêxistin û birêvebirina wê vebike. Bê guman, wê bersiva  van pirsan hemuyan ne gangaz be. Ji ber ku di vê qonaxê de,  wê hemû  hêza  malbendê û endamên wê di xizmeta  vê guherandina  mezin de be,  ya ku li welatê me yê xoşewîst dibe.  Guherandina  ji  rewşeke  diktatorî  ber bi rewşeke demoqrat ve. Pirsa  herî  giring ya vê qonaxê,  wê girêdayî  rola malbendê  ya xurtkirin û kûrkirina vê guherandinê be. Ev yek bi xwe roleke  wijdanî û exlaqî  ya li benda  nivîskare, ku karibe di vê kêlîka dîrokî  ji  jiyana milet û welatê me de,  bilîze.
 
Komeleya Nivîskarên Sûriyê"

Ji bo kesên eleqedar jî vaye navnîşana malperê:

http://www.syrianswa.com/

 

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Şaneşîn Performansê çalakiyên rêbendanê

ad

Hevdîtina Fîlmên ji Sînema Behra Spî dest pê kir

ad

Anketa Avrasyayê: Bi rêzê CHP, AKP, HDP tên

ad

Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!

ad

'Kuru Otlar Ustune' li Gûzeka Zêrîn tê nîşandayîn

ad

Amed spor rekorên xwe binpê dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname