Diyarname
Kordînatorê Karên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Koşka Spî Brett McGurk îro li Başûr bû. McGurk ji serê sibê de çend hevdîtin pêk anîn.
McGurk li HewLêrê ligel Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtin çêkirin û paşê derbasî ligel Serokê YNK'ê Bafil Talabanî hevdîtin pêk anî.
Bi giştî di hevdîtinan de li ser yekirina hêzên Pêşmerge, reformên divên, têkiliyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, her wiha li ser aramiya Herêma Kurdistanê û bi temamî Iraqê hatiye axivîn.


