Amed
Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar di Newroza Amedê de axivî. Sancar got: "Emê miheqeq bi ser bikevin. Emê jiyaneke wekhev û azad saz bikin."
Va ye ji gotinên Sancar hin not:
- Amedê birêz, gelê me yê bi rûmet û berxwedêr, ez ji dil silavên li we hemûyan dikim. Em vê Newrozê di bin siya erdheja mezin ku felaket bi ser me de anîn pîroz dikin. Êşa me mezin e. Şîna me heye, lê hêrsa me jî heye. Em berî vê hêrsê didin têkoşînê, têkoşînê jî vediguherînin têkoşîna sazkirina jiyana nû. Bersûcê vê erdhejê desthilatdariya AKP-MHP ye. Vê desthilatdariyê bi polîtîkayên rantê welat ber bi têkÇûnê ve bir. Tiştê kiriye ku erdhej bibe sedema vê felaketê jî ev e. Niha dem dema xilasbûna ji vê desthiltdariyê ye.
- Polîtîkayên şer ligel tecrîdê bi hev re dimeşin. 2015'an de piştî dawî li pêvajoya çareseriyê anîn li Îmraliyê jî tecrîd danîn. Tecrît nîşaneya kûrkirina polîtîkayên xer e. Loma em dibêjin ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê divê tecrîd bê rakirin.
- Bi Îtîfaqa Ked û Azadiyê, bi îtîfaqa ligel partiyên kurdî, ligel hemû yên bindest, ligel jinan û ciwanan, ev têkoşîn miheqeq dê bigihîje serketina xwe. Bila şika kesî ji vê tune be. Emê vê desthilatdariyê bişînin, emê vê pergalê miheqeq biguherînin.
- Emê vê desthilatdariya şer, talan û kedxwar di sindoqan de bifetisînin, emê hêza aştî û azadiyê derxin holê.
- Rêya em tê re derbas dibin rêya sêyemîn e. Rêya jiyana nû ye. Ev rê ber bi komara demokratîk ve diçe. Emê bi hev re Komara Demokratîk ava bikin. Ew dem nêz e. Emê miheqeq bi ser bikevin. Emê jiyaneke wekhev û azad saz bikin.
- Emê aştiya mezin bînin vî welatê, emê miheqeq bi ser bikevin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Fotoyê rojê: Kurkut li cihê hat kuştin hat bibîranîn
- Notên li ser Newroza Amedê...
- Nûnerên Rojava li Qesra Spî bûn
- Li Germiyan û Xaneqînê Newroz hat pîrozkirin
- Ji ber pêxistina agirê Newrozê 4 kurd hatin kuştin
- Li Bakur û Rojava Newroz hat pîrozkirin
- Li Rojava 3 roj tatîl hat ragihandin
- Newroz Şemzînan de dest pa kerd
- Bajar bi bajar bernameya Newrozê
- Li Stenbolê jî deklerasyona Newrozê hat eşkere kirin
- Deklerasyona Newrozê: Li 43 cihan Newroz tê


